
Ji zanîngeha Cambridge Dr. Thomas Jeffrey Miley pispor e li ser mijarên pêkhatina nasnameyên neteweyî û nexasim jî giraniya xebatên xwe li ser tevgera rizgariya neteweyî ya li Katalanyayê kirine. Dr. Miley Kanûna bihurî tevî delegasyoneke zanyaran a çûyî Rojava de jî cihê xwe girt. Em pê re peyivîn li ser pêkhatina nasnameya neteweyî û derfetên perspektîva neteweparêz ji bo çareserkirina pirsgirêkên ji wan re neteweyî yan jî etnîk tê gotin.
Dr. Miley îşaret bi girîngiya têkoşîna li Rojava kir û weha peyivî: “Dema ku mirov li diyalektîka şerê emperyalîstan li dijî DAIŞ’ê binihêre, hingê mirov dikare bibêje Şoreşa Rojava rêya sêyem a heyatî ye. Û ev rêya sêyem yekane rê ye ji bo herêmeke dişewite.”
Dr. Miley dibêje, xebera Rêberê Gelê Kurd Ocalan e, dema ku ew îşaret bi tehlûkeyên neteweparêziyê dike û weha dipeyive: “Bi taybetî jî ji ber hercayîbûna newekhevbûn û pirrengiya çandî û neteweyî. Dinya ne dabaşbûyî ye li yekeyên ji hev qut yên ku dikarin weke neteweyên cihê û xweser dikarin werin dîtin. Jixwe, ya rastî dema ku hûn neteweyekê weke peywendîdar bi birrengîbûna etnîk, dînî û çandî bibînin, hinge jî jixwe hema hema serasnserê dinyayê bi vî rengî ye, lê herrengê têkelheviyê heye.”
Ji ber vê jî li gorî Dr. Miley perspektîfa neteweparêz bi tenê dikare çarçoveyeke nû diyar bike ji bo pirsgirêkan; ango mirovên di mijarekê de hindikayî dikarin bibin pirranî, lê hê jî pirsgirêka hindikahiyê dimîne û weha dewam dike: “Ev yek xwe di dîroka Ewrûpa de bi rengekî kambaxker û wêranker nîşan dide.”
Xwerizgarkirina ji kapîtalîzmê
Mamosteyê beşa civaknasiyê Dr. Miley paşê jî bale dikşîne ser pirsgirêkên elaqedarî cîhana piştî kolonyalîzmê û dibêje; “Dive em zanibin ku rizgariya neteweyî ne wekheve bi rizgariya mirovî ve. Nexasim jî di cîhana kapîtalîst de, ev wisa ye. Mirov dema divê cîhanê de azadî û serxwebûnê pêşniyar dike, çawa dikare vê bike bêyî ku xwe ji kapîtalîzmê xilas bike û jê bibihure?”
Herçî neteweya demokratîk e ku têgehek e ku ji aliyê Ocalan ve hatiye bipêşxistin, Miley dibêje, ev binavkirineke balkêşe û li gorî wî gaveke dekonstruktîf (tevlîhev-nezelal) e. Dr. Miley gotinên xwe weha dewam dike: “Llewma li aliyekî di navbera prensîpa neteweyî demokrasiyê de peywendiyeke diyarkirina wê neqediyayî heye, ku mirov dikare têkiliya wê deyne bi kontrasta di navbera prensîpa neteweyî û monarşiyê (xanedanî) de: Fikra dibêje milet biryarê dide. Desthilatî ya milet e, ne ya elîtê, yan jî arîstokratiyê ye. Lê li aliyê din di navbera demokrasî û neteweparêziyê de dijberiyeke mezin heye. Nexasim jî dema em têkiliya demokrasiyê deynin bi mafê xweîfadekirinê, mafê xweseriya çandî re ku hûn dikarin pirranî yan jî hindikayî bin.”
Rojava modeleke guncav e
Li gorî vê fikrê Miley dibêje, heke mirov demokrasiyê elaqedarî mafê mirovan, mafên çandî û mafê xweîfadekirinê bibîne, hinge prensîpa neteweparêz yekrengker, asîmîleker e.
Li gorî Dr. Miley bi têgeha Neteweya Demokratîk Ocalan hewl dide netewe bibe têgihiştina wê ya beriya etnîsîteyê û bigihîne eslê wê yê xwebirêberiyê ango xweseriyê û weha dewam dike: “Tişta ku em jê re Neteweya Demokratîk dibêjin, di pratîkê de em li Rojava dibînin. Li Rojava pirraniya Kurd ji xwe re kiriye erk ku modela demokrasiya bi beşdariya yekser ava dike. Lê di heman demê de bi awayekî zelal û diyar cih dide hindikahiyan. Û weke mînak mafê xweparastinê jî dide hindikahiyan û ne bi tenê mafê meclîsan. Ango netewe ne bi rengê xwe yê etnîk tê fêmkirin.”
‘Fikra Ocalan derbasî jiyanê bûn’
Dr. Jeffrey Miley her weha bal kişand ser bikaranîna têgeha neteweya jinê ji aliyê tevgera rizgariya gelê Kurd ve jî û got, li vir diyar e ku netewe dîsa qut ji têgeha etnîsîteyê hatiye bikaranîn weke yekemîn neteweya bûyî mêhtingeh.
Dr. Miley li ser bipêşketina fikra Ocalan jî dibêje, “Ez her bi heyranî lê dinihêrim ka çawa fikra Ocalan bi pêş ket. Ev dike ku ez bifikirim li girtîgehê bi rengekî nakokane weke mekanekî azadiya aqlî û fikrî. Lewma pirraniya tiştên ku van deh panzdeh salên dawî ew bi zelalî îfade dike îşaret bi rêyeke ber bi pêş ve dike.”
LUQMAN GULDIVÊ/BONN