
Li Başûrê Kurdistanê, mamoste û karmendên ev demeke dirêj e nikarin mûçeyên xwe bistînin, weke Tevgera Nerazîbûna Gel a bi navê 'Şoreşa Spî' di 27'ê Îlonê de biryara çalakiyan dabûn.
Gelek bajar û navçe beşdar bûn
Li gorî vê yekê, doh danê sibehê li gelek bajar û navçeyan mamoste û karmend civiyan.
Li Silêmaniyê, çalakger li ber midûriyeta perwerdeyê ya Rojava civiyan û ber bi walîtiyê ve meşiyan.
Di heman demê de li Helebçe, Kelar, Qeladizê, Ranya û gelek navçeyên din, mamosteyan polîtîkayên hikûmetê şermezar kir. Li Ranyayê, mamosteyan bi lêdana zengil boykot ragihandin. Lê hêzên ewlekariyê dest li mamosteyan werdan. Tevî destwerdanê jî mamosteyan meşa xwe dewam kir. Mamosteyên li Helebçeyê daxwaza mûçeyên xwe kir û da xuyakirin ku eger mûçeyên wan neyê dayîn, ew ê di serdema nû ya perwerde û hîndekariyê de cih negirin. Li Kelarê jî di xwepêşandanan de mamoste û karmendan daxwaza mafên xwe kir.
Destûra Qada Sera nedan
Serdema nû ya hîndekarî û perwerdeyê diviyabû doh dest pê bikira. Lê belê ji ber grevê Wezareta Perwerdeyê destpêkirina serdemê ji bo 1'ê Cotmehê taloq kir. Li Silêmaniyê ku bi hezaran mamoste, karmend, parlamenter û xelkê bajêr dest bi xwepêşandanê kir, girse meşiya ber walîtiya bajêr. Piştî xwepêşandêr gihan ber walîtiyê, ji wir jî xwestin bimeşin qada Serayê.
Parlamenter jî asteng kirin
Parlamenterên Komela Îslamî Soran Omer û parlamenterê Tevgera Goran Elî Heme Salih jî di nava xwepêşandêran de bûn. Hêzên asayîşê destûr neda girseyê bimeşe qada Serayê û pêşî li wan girt. Her wiha hêzên asayîşê kamereya nûçegihanê Newroz TV´yê jê stand û destûr neda qenalên din jî weşana zindî bikin. Piştî demek kurt kamereya nûçegihanê Newroz TV lê vegerandin, lê destûra weşanê zindî û girtina dîmenan nedan.
Li Hewlêrê rojnamevan bûn hedef
Li Hewlêrê hêzên asayîşê êrişê ser nûçegihan û kameravanên NRT TV kir di dema weşana zindî de.Piştî ku ew demekê di bin çavan de hatin gitrin, hatin berdan. Hêzên Asazîşa PDK´ê dest danîn ser hemû kamera, kelûpelên wan ên ragihandinê. Doh li Hewlêrê dema nûçegihan û kamerevanên NRT Hêrîş Qadir û Eyaz Ebdullah xwestin dîmenê bajêr zindî bigirin, nêzî Walîtiya Hewlêrê hêzên asayîşê ew binçav kirin û dest danîn ser kamera û kelûpelên wan. Berpirsê navenda NRT´yê yê Hewlêrê, Kawe Ebdulqadir li ser mijarê got; “Dema nûçegihan û kameravanên televîzyona me xwestin dîmenê Hewlêrê zindî bigirin, rastî êrîşê hatin. Piştî demekê di binçavan de man, hatin berdan. Belê hemû kamere û kel û pelên wan nedane wan.” Her wiha li qezaya Koyê jî nûçegihanê NRT ê bi navê Xalîd Mihemed hat binçavkirin.
Qada Sera çima girîng e?
Qada Sera di dema xwepêşandanên 17’ê Sibata 2011’ê de ku hêzên PDK’ê êrişê ser xwepêşandêran kir, 3 kes hatin kuştin û di rojên piştî wê de ku hêzên asayîşê dîsa êrişê ser xwepêşandêran kir, bi giştî 10 kes hatin kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN