Li Herêma Xweser a Kobanê xebatên zimanê Kurdî demek dirêj e têne meşandin, lê xebatên ku berê ji ber pêkutiyên rejîmê bi veşartî dihatin meşandin, bi şoreşa 19’ê Tîrmehê ya sala 2012’an re, êdî bi awayekî fermî hatin domandin.

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) jî di sala 2012’an de, xebatên xwe di çarçoveya sîstema sazîbûnê û hîn bi rêkûpêktir domandin. Di çarçoveya xebatên ku ev 2 salin dom dikin de hem navenda SZK’ê ya Kantona Kobanê, hem jî 8 şaxên saziyê hatin vekirin. Her wiha li herêmên rojhilat, rojava û başûrê Kantonê 14 navendên fêrkirina ziman hatin vekirin. Li van navendan jî dersên zimanê Kurdî yên asta yekem, duyem û sêyemîn hatin dayîn. Ji bilî vekirina navendên fêrkirina Kurdî, li 340 dibistanên fermî jî, dersên zimanê Kurdî hatin dayîn. Li van dibistanan jî, mamosteyên dildar û yên ku ji perwerdeyên ziman bawername girtine, dersên Kurdî dan. Di nava vê demê de li tevahiya herêmê bi giştî 18 hezar û 800 şagirt di perwerdeyên zimanê Kurdî re hatin derbaskirin. Ji van hezar û 800 di 3 mehên sala 2014’an de hatine perwerdekirin.  


Ziman ji bin pêkutiyan derket

Li ser xebatên saziyê rêvebera SZK’ê û mamosteya zimanê Kurdî Nisrîn Hesen ji ANHA’yê re axivî û destnîşan kir ku bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re zimanê Kurdî ji bin zora partiyan û rejîmê hatiye derxistin. Nisrîn Hesen anî ziman ku diyar kir ku ew li gorî temen û asta xwendinê şagirtan li fêrgehên taybet dabeş dikin û wiha dom kir: "Xwendekarên asta amadehî û navendî fêrî hersê astan tên kirin. Ji şagirtên nexwendî re fêrgehên taybet hene. Hin fêrgeh ji bo şagirtên ku di asta seretayî de dixwînin hene.”

Nisrîn anî ziman ku ew ji bilî Kurdan, dersên Kurdî didin pêkhateyên din jî.

Nisrîn Hesen, hedefên xwe yên pêşerojê jî vegotin û anî ziman ku ew armanc dikin peymangehekê vekin, hejmara mamosteyan zêde bikin, zimanê Kurdî bikin zimanê bazar û kolanê. Her wiha hemû navên dikan û kolanan bi Kurdî binivîsin. n KOBANÊ 


377 şagirt beşdarî ezmûnê bûn 

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li kantona Efrînê ezmûnên zimanê Kurdî yên astên 1,2,3’emîn  ji 377 şagirtan re li Navenda SZK’ê çêkir. 273 şagirtên asta yekemîn, 61 şagirt asta duyemîn û 43 şagirtên asta sêyemîn bûbûn, beşdarî ezmûnan bûn.

Li ser biryara konferansa zimanê Kurdî mamosteyên dibistanên fermî jî beşdarî van ezmûnan bûne. Her wiha şagirtên ku beşdarî ezmûnan bûne ji hemû beşên civakê bûn.  Di heman demê de SZK’ê li kantona Efrînê perwerdeyên xwe yên ziman berdewam dike. 


EFRÎN