Gelek şoreşger û demokratên ji Welatê Galiyan ji bo destekê bidin Îmam Şîş, ketin greva birçîbûnê ya 1 rojî.
Çalakiyên destekdayina li greva birçîbûnê ya Îmam Şîş, ku ev 73 roj in li bajarê Welatê Galiyan Newportê ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan çalakiya xwe dewam dike, berfireh dibin.
Derdorên şoreşger û demokrat ên Welatên Galiyan, li herêmên cuda çalakiyên greva birçîbûnê kir. Komên bi navê Cardiff Anarchist Network û Collective Cardiff bang kir û di serî de ji Welatê Galiyan, ji gelek deverên cihanê 40 kes tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûn. Çalakgeran bi etîketên #Fast4Apo #YmprydApo peyamên xwe li ser medya civakî parve kirin. Çalakgeran tîşortên bi nivîsa ‘Em tecrîdê û faşîzmê bişkînin’ bi Ingilîzî û ziman Galê, li xwe kir.
Colîn Noshworty ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi Îmam Şîş re di nav çalakiya destekdayinê de ye got, azadiya Ocalan heyatê ye.
Bi berpirsiyariya xwe rabin
Koma bi navê Collective Cardiff a ku çalakî organîze kir, bi daxuyaniyeke nivîskî got, rewşa tenduristiyê ya çalakgerên greva birçîbûnê ketiye qonaxeke krîtîk, bang li CPT’yê û saziyên navnetewî kir ku bi berpirsyariya xwe rabin.
Hevserokên Meclîsa Gel a Kurd a Welatê Galiyan jî got, ‘’Desteka dostên me yên Gallerî moral da me’’.
ANF/NEWPORT