Li gelek navendan şoreşgerên jin ên kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn. Di merasîman de peyamên şehîd xeta me ya sor in û em ê têkoşînê xiurttir bikin, hatin dayîn.

Sazî û rêxistinên Kurdistanî bang li Kurdistaniyên li Ewrûpayê kir da ku 11´ê Çile beşdarî çalakiya li Parîsê ya ji bo bibîranîna 3 şehîdên komkujiya Parîsê Sara, Rojbîn û Leyla bibin.

 Piştî ku 7 sal di ser komkujiyê re bihurîn, endamîn MÎT´ê yên di destê PKK´ê de bi detay behsa komkujiyê kir, doz li dijî berpirsiyaran nehat vekirin. Parêzerê malbatan pirsa, hûn çi vedişêrin li Fransayê kir.

Li bajarê Elmanyayê Bielefeldê, li paytexta Ingilîstanê Londonê û bajarê Swîsreyê Zurichê şehîdên komkujiya Parîsê ya 9´ê Çileyê 2013´an û şehîdên Rizgariya Kurdistanê hatin bibîranîn.

Li Bielefeldê Komîteya Malbatên Şehîda û Ciwanên Şoreşger yekşema bihurî şehîdên Komkujiya Parîsê û şehîdên Berxwedana Rûmetê yên van herdu mehên dawiyê Serhed Berkevirî, Çavreş Nebî, Eqîda Osman, Yusuf Nebî, Şîrvan Hesekê, Têkoşer Awaz, Murat Onler, Rûbar Qasimlo, Şiwan Brahîm û Bahoz Avaşîn bi merasîmekê bi bîr anîn. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Alî Amed, Hevserokê NCDK´ya Bielefledê Naif Xerabî, xizmîn şehîdan û xelk beşdarî merasîmê bû.

Birayê şehîdên Berxwedana Rûmetê Çavreş Nebî û Yûsiv Nebî, Hêjar Nebi, kurê şehîd Eqîda Osman, Ehmed Osman beşdarî merasîmê bûn. Nûnerê KOMAW´ê Ali Amed di axaftina xwe de şehîdên Parîsê bi bîr xistin û got, “Şehîdên me yên sembol hene. Sakîne Cansiz yek ji wan e. Wê ti carî serê xwe li ber dijmin netewand, wê timî li ber xwe da. Îro têkoşîna me xurttir e. Ev jî bi saya serê têkoşîna şehîdên me bûye. Ya muhim ew e, ka em ê çi qasî layiqî wan bin.”

Hevserokê NCDK´a Bielefeldê Naif Xerabî jî got, weke herêm, ew bi xurtkirina kar û xebatên xwe hewl bidin layiqî şehîdan bibin.

Li Londrayê Rûbar, Xelîl û Mûrat hatin bibîranîn

Li Londonê Huseyîn Boyraz (Rûbar Dîcle), Nîhat Ayaz (Xelîl) û Ahmet Kiliç (Mûrat Dep) ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa hewayî ya 6’ê Çileyê 2017’an de şehîd bûbûn, hatin bibîranîn.

Meclîsa Gelê Kurd a Londonê şehîd Rûbar Dîcle, Xelîl û Mûrat Dep bi merasîmekê bi bîr anîn.

Merasîm li Kurdish Community Center (KCC) a li Haringeyê hate lidarxistin. Malbata Boyraz û Kiliç, û malbatên şehîdan beşdarî merasîmê bûn. Nûnerên rêxistinên demokratîk û bi sedan kes beşdarî merasîmê bûn.

Sînevîzyona li ser Rûbar Dîcle û hevrêyên wî jî hat nîşandan.

Birayê Huseyîn Boyraz û hevalê wî yê têkoşînê Alî Poyraz got, “Pêvajoya têkoşînê ya her sê şoreşgeran sedsalek e. Ne tenê ji bo me. Hûn jî dizanin di vê têkoşînê de heval Rûbar û 3 birayên min şehîd bûn. Şehîdên me bûne çavkaniya îlhamê û ji niha pê ve jî wê wiha be. Şehîd ji bo me xeta sor in.

Mirovên me yên ku ji faşîzmê serî natewînin û çong danaynin, wê ji niha û pê ve jî li beramberî faşîzma AKP-MHP’ê serî netewînin û çong daneynin”

Di merasîmê de li axaftina bi dîmen ya Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Dûran Kalkan ya têkildarî Rûbar Dîcle û hevalên wî hate temaşekirin.

   

Berxwedêrên jin hatin bibîranîn

Li Zurichê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Fatma Ûyar, Pakîze Nayir û gerîlaya HPG’ê Zeynep Baytar (Devrîm Andok) hatin bibîranîn.

Di merasîmê de jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileyê 2013’an li Parîsê hatibûn qetilkirin, Sêvê Demîr, Fatma Ûyar, Pakîze Nayir ên 5’ê Çileyê 2016’an li Silopiyayê hatibûn qetilkirin û gerîlaya HPG’ê Zeynep Baytar (Devrîm Andok) a ku 10’ê Îlona 2019’an li Cîloyê şehîd bûbû, hatin bibîranîn.

Bi sedan kes beşdarî merasîma bibîranînê bûn. Di bibîranînê de li ser navê Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê Songul Arslan axivî û got, “Gotina ‘Jin, jiyan, azadî’ ya ku bi paradîgmaya rêzdar Ocalan îro li dinyayê bûye sembola têkoşîna jinan. Qirkirinên tên kirin li dijî têkoşîna hebûna jinên Kurd e.”

 

BIELEFELD/LONDON

 
 

Hûn çi vedişêrin ?

Endamên rêveber ên MÎT´ê yên di destê PKK´ê de li komkujiyê mikur hatibûn û gotibûn, bi fermana Erdogan komkujî hatiye kirin. Kesê êriş bi rê ve birî jî Serokê Dayreya MÎT´ê ya Derveyî Welêt Ugur Kaan Ayik bû. Parêzerên malbatên şehîdên komkujiyê ev agahî û delîl dan dadgeriya Fransî, lê hîna nû piştî bi salekê doz vekir. Ji parêzerên dozê Jean-Louis Malterre got, "Dadgeriyê rola îstîxbarata Tirk qebûl kir. Piştî mirina qatil, me got, ew ne tenê ye. Îstîxbarata Tirk sîleh dayê. Lê hingê ev têr nedîtin."

Parêzer got, tevî ku hemû detay derketine holê jî di dozê de ti pêşketin nîne. 12´ê adarê gilihekî nû hat kirin. Ji bo vê dozê parêzer Antoin Comte got, em li dadgerekî digerin ku faktorên pîlanîn êrişê yên delweta Tirk ên li Elmanya û Belçîkayê jî li ber çavan bigire."

Lê piştî 8 mehan tenê tiştek qewimî: Lêpirsînê ji nû ve dest pê kir. Ev jî dibe sedemappirsên weke, çima tiştek nabe, Fransa di dozê de hewl dide çi veşêre?