Nivîskar û rojnamevan Rêşad Sorgul xwe li cureyekî wejeyî ceribandiye û encama wê ya madî jî mirov dikare weke ceribandinekê bi nav bike. Pêjna Feqiya wî diyar e, hîna meseleya Feqî û wêjeyê li cem nivîskarî ne qedandiye. Ji ber wê wî Feqiyê Teyran û Pîrê Çiyan weke nîv menzûm û nîv mensûr li ser 75 rûpelan nivîsî. Ew dixwaze zarê Feqî bê nasîn di nava nivîsa wî de, lê di heman demê de mitaleya wî ya sereke ew bû ku gotinên şiira Feqî jî bên fêmkirin. Ji ber wê em dikarin zahir, eyan, darîçav di yek ristê de bibihîzin. Erê bibihîzin û bixwînin; Rêşad Sorgul tercîh kir ku kitêba xwe dîjîtal, lê ne tenê nivîskî, di heman demê de audio (ji bo bihîstinê) vîsuel (ji bo dîtinê) amade bike. Wî nivîsa li ser belgeyê, û bi xwendina xwe kitêb di qederê du saetan de xwendiye.

   Rêşad Sorgul

Serdar Goyî ku ji spîkerên Ronahî TV ye xwe daye ber barê amadekirina dijîtal. Remezan Olçen û Luqman Guldivê sererastkirina metnê girtiye ser xwe.

Ew mitaleya me li jor behsa wê kir a nivîskar Rêşad Sorgul xwe ji serî heta binî dide der; her cara ew dibêje sirr, ew ê bibêje raz jî. Rêşad Sorgul Feqî dûr dixe ji Şêxê Sin´an û Pîrekî ji kezeba Kurdbûnê -yê Şemsî-, tîne nava metnê. Heger hûn xwînerekî Kurdî bin, 2 saetên xwe veqetînin û di ser hesabê Rêşad Sorgul ê Youtube re hem guh bidin Feqiyê Teyran û Pîrê Çiyê û hem jî pê re rûpelan biqulibînin û bixwînin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN