Hilbijartinên ji bo Parlamena Ewrûpayê bi dengdana yekşemê û bi girtina lokala dawî ya li Îtalyayê saet 23:00´yan bi dawî bûn. Li gorî encamên destpêkê, sosyal demokratan derbeke mezin xwar. Bi heman rengî partiyên çepgir û keska çep jî li xwe kêm kir. Sosyal demokratan li Holanda û Swêdê dikarî xurt bibin. Li van herdu welatan jî Kurd û namzetên Kurdan destek dayî wan hatin hilbijartin. Li Swêdê Evîn Incîr a di rêza 5´an a lîsteya partiya xwe de karî bê hilbijartin û li Holandan jî ji Partiya Sosyal Demokrat raportora Tirkiyeyê ya beriya niha, Katî Piri bi desteka Kurdan hat hilbijartin. Piştî serketina xwe Piri çû serdana NCDK´a li Den Haagê û malavahiya saziyê û Kurdan kir. Li Elmanyayê jî namzeta sereke ya Die Linke (Partiya Çep) Ozlem Alev Demirel karî bê hilbijartin.     

Li 28 welatên Yekîtiya Ewrûpayê, ji roja Pêncşemê ve bang li 500 milyon dengdêrî hate kirin ku dengê xwe bidin. Hilbijartina Parlamena Ewrûpayê (PE) roja Pêncşemê bi hilbijartina li Brîtanya û Holandayê dest pê kir. Roja Yekşemê jî li 21 welatan bi hilbijartin dawî bû.

Li gorî hilbijartinên 2014’an li tevahiya welatên Ewrûpayê tevlîbûn zêde bû. Li Elmanyayê ji 43 ji sedî gihîşte 60 ji sedî, li Fransayê jî rêjeya tevlîbûnê ji 35 ji sedî gihîşt 43 ji sedî.

Li Elmanyayê Partiya Keskan bi ser ket

Li gorî encamên destpêkê, li Elmanyayê hevparên hikûmeta Merkel deng kêm kirin. Rêjeya dengên CDU û CSU ji 30 ji sedî daket 28 ji sedî. Partiya Sosyal Demokratan (SPD) jî derbeke giran xwar ji 27 ji sedî daket 15 ji sedî. Partiya Keskan jî rêjeya dengê xwe bi 11 puanan zêde kir û gihand 21 ji sedî. Bi vî rengî partiya Keskan di siyaseta Elman de yekemcar e di asta neteweyî de li şûna SPD’ê bû hêza duyemîn a mezin a welêt. Partiya Çep jî 1,9 puan kêm kir û daket 5,5 ji sedî. Die Linke berê 7 parlamenter şandibûn Brukselkê, vê carê tenê karî 5´an bişîne.

Li Fransa kêfa neteweperestan hat

Li gorî encamên destpêkê yên li Fransayê, rastgirên tund bi ser ketin. Yekbûna Neteweyî ya rastgiriya tund a bi lîderiya Marine Le Pen (Front National-FN) 24,2 ji sedî yê dengan wergirtin. Partiya Serokkomar Emmanuel Macron a Komara Pêşveçûyî (LREM) jî 22 ji sedî yê dengan wergirtin û bû partiya duyemîn.

Li Îtalyayê, li gorî encamên destpêkê, partiya rastgiriya tund Liga ya bi serokatiya Matteo Salvini bû yekemîn. Partiya Sosyal Demokrat (PD) jî bû duyemîn.

Li Awusturyayê partiya Serokwezîr Sebastian Kurz Partiya Gel a Awusturyayê (OVP) bû partiya yekemîn bi 34 ji sedî.

Rengê nû yê PE´yê

Piştî hilbijartinên doh, li PE´yê Partiya Gel a Ewrûpayê (EVP) ku koma herî mezin a Parlamena Ewropayê ye 42 kursî li xwe kêm kirin û wê xwedî 175 kursiyan be.

Sosyalîst/sosyal demokrat jî ku duyemîn koma herî mezin e 40 kursî ji dest dan û tê payîn 146 kursiyan wergire. Tê texmînkirin ku hejmara kursiyên Lîberalan 79, Keskan 66, Çep û Keska Çep 48, Muhafezekar 62, EFDD 56, ENF 59 bin.

Piri çû serdana NCDK’ê

Raportora Tirkiyeyê ya PE´yê ya beriya niha, Kati Piri piştî ku hat hilbijartin, ji bo malavahiyê serdana Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li Den Haagê kir.

Di dema serdanê de Piri got, “Ez ê vê têkiliya di navbera me de dema bê jî bidomînim. Dixwazim wezîfeya raportoriya Tirkiyeyê bidomînim ku pênc salan min ew wezîfe kir. Di dema hilbijartinê de min li her kolanê dît û bihîst ku Kurd piştgiriyê didin min. Bûm heyrana piştgiriya Kurdan a ku ji bo têkoşîna demokratîk dan min. Pêvajoyê bê, ez ê karê xwe hîna bi xurtî bidomînim.”

Namzeta Kurd a ji Sosyal Demokratan li Swêdê, Evîn Încîr jî weke parlamenter wê biçe Brukselê. Încîr di hevpeyvîna xwe ya ku bi rojnameya me re kiribû, da bû zanîn, heger ew bê hilbijartin ew ê ji bo mafê mirovan, pirsgirêkên Kurd û Kurdistanê li PE´yê kar bike.

 

NAVENDA NÛÇEYAN