Ji bo dîrok dubare nebe

Rêbaz Şengalî destnîşan kir ki ji bo dîrok xwe dubare neke tevlî YPG’ê bû û wiha dom kir: ˮ”Dema min dît jinên me bi hemû hêza xwe li dijî çeteyan şer dikin, min hêz girt û baweriya min bi min hat. Bi tevlîbûna nava refên YPG’ê min çanda xwe û xwe jî nas kir. Ez poşman bûm ku ez ji zû ve tevlî nava hêzên YPG’ê ne bûme.ˮ”

Şervanêkê din ya  ji Şengal bi navê Tolvedan da zanîn ku ew 9 meh berê bi armanca tolhildana qurbaniyên Şengalê hilîne tevlî nava hêzên YPG’ê bû  û ev tişt anîn ziman: “Êşa gelê Şengalê her di bîra min de ye, ez ê tola wan hilînim. Hêzên YPG’ê jiyan û hêvî di me de çand. Me mirin bi çavên xwe dîtin, bi hezaran kes ji mirinê rizgar kirin. “

Şervanê YPG’ê Rêbîn Şengal yê ji gundê Sîba ya Şengalê  8 meh berê tevlî nava refên YPG’ bû ye. Şengal derbarê tevlîbûna xwe de wiha axivî: ”Ji ber ku YPG’ê hêza tekane ku parastina hemû pêkhateyên bin dest dike, min biryar da ku ez tevlî nava refên YPG’ê bibim. Di nava YPG’ê de min hêza xwe nas kir û min hêza YPG’ê dema li Şengalê çete têk bibin, dît. Li ser wî esasî min biryar da ez tevlî nava refên YPG’ê bibim.ˮ


 ANHA/TIL TEMIR