RÊNAS REMO/KADAR IBRAHÎM

ANHA/QAMIŞLO

Sozan Sîrac El-Ebbas a 26 salî ji şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê ye. Ji piçûkhiya xwe ve ji çanda Kurdî hez kir û malbata wê bi roleke mezin rabûye di bipêşxistina kesayeta wê de. Malbata Sozanê bi çanda Kurdî re pirr elaqedar e û berhemên dîrokî berhev dike.

Sozan piştî ku pirtûkek li ser çanda Kurd û dîroka wê ya kevnar de xwend. Bi çande kurdî ve hat girêdan û ji piçûkatiya xwe ve dest bi nîgarkirinê û neqişandinê kir. Ji ber hezkirina wê ji vî pîşeyî, beşdarî peymangeha amadekirina mamosteyan a bajarê Hesekê li Kantona Cizîrê ji bo beşa şêwekariyê bû.

Sozan sala 2010’an, ji paymengehê derçû. Li dibistana Mecdel El-Şems a navçeyê, wek mamosteya şêwekariyê hat erkdarkirin. Piştî şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê Sozan beşdarî Saziya Zimanê Kurdî bû û rê li ber wê hat vekirin. Sozan yekemîn pêşangeha xwe li herêmê sala 2015’an li Peymangeha Şehîd Hessan a amadekirina mamosteyên zimanê Kurdî û Erebî vekir. Di pêşangehê de Sozan amûr û alavên çanda herêmê pêşkêş kirin û her wiha li ser asta navçeyê ew pêşangeha yekemîn bû.

Dîwar û meydanan dixemilîne

Sozan niha li ser kevir xêz dike û li ser caw neqşê dike. Bi rêya karên xwe Sozan hewl dide çand û mîrata herêmê û berxwedana gelê Rojava-Bakurê Sûriyeyê bide xuyakirin. Her wiha, Sozan avreşînkek li meydana Peymangeha Şehîd Hessan çêkir û gelek tabloyên ku dîroka jinên Kurd û têkoşîna wê didin nîşan, xêz kirin û li dîwarên dibistanên gundên Til Şeîr, Til Cihan û Rûtan daliqandin.

Tevî pêşangehên ku Sozanê pêşkêş kiriye, gelek pêşangeh li Akademiya Şehîd Yekta Herekol a çand û huner li navçeyê pêşkêş kirin. Niha Sozan armanc dike ku muzexaneyekê ku hemû peykerên nîşaneyên têkoşîn, dîrok û çanda gelê Kurd û gelên herêmê vedihewîne, ava bike.