Piştî rêveberiya girtîgehê soza dê daxwazên girtiyan pêk bîne da girtiyan di 12 Nîsanê de dest bi çalakiya xwe berdan. Li hemberî pêkutiyan girtiyan der heqê birpirsiyaran de serlêdana sûc kirin lê Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê biryara bêşopandinê da. Di 18'ê Hezîranê de jî koguşa B-6 bi armanca piştgiriyê bide îsyana Girtîgeha Rihayê girtiyên adîl îsyan derxistin. Di encama şewatê de yek gardiyan 24 kes ji ber dukelê bi bandor bûn.
Parêzerên piştî îsyanê çûn girtîgehê bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîn û agahiyên ji wan girtin ji Serokê TUHADER'ê Ahmet Dogan re ragihandin. Serokê TUHADER'ê Ahmet Dogan, tiştên li girtîgehê hatin jiyîn ji DÎHA'yê re vegotin. Dogan, diyar kir ku piştî bûyerên li herêma Çukurovayê Kurkçuler, Ceyhan, Antep û Osmaniyeyê pêk hatin ew çû girtîgehê û bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir û der heqê bûyeran de agahî girtin. Dogan, anî ziman ku piştî bûyerên li Girtîgeha Rihayê girtiyên edlî bi înîsiyatîfa xwe li koguşê beteniye dan ber agir û şewat derxistin.
'Berpirsiyarê vê wezîre dadê û AKP ye'
Dogan, da zanîn ku duh ji bo rewşa girtiyên piştî bûyerên li Girtîgeha Osmaniyeyê hînbibe bi Prz. Îlhan Ongor re çûn girtîgehê lê wî bi girtiyan re hevdîtin pêk neyan tenê Prz. Îlhan Ongur bi girtiyên siyasî û edlî re hevdîtin kir. Dogan têkildarî hevdîtinan dew wiha axivî: "Prz. Îlhan Ongor bi girtiyan re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de girtiyan got, 'li ser cihekî 2 kes radikeve. Hevalên me di bin pêlekan, korîdor û li ber destşoyan radikevin. Ev yek rewşeke gelek nexweş e. Li odeyên 3 kesan 9 kes di vê havînê de dimînin. Piştî şewata dawî hemû hevalên me derxistin korîdoran û li koguşan lêgerîn pêk anîn. 3 meh berê rêveberiya girtîgehê ji ber ku daxwazên hevalêm me yên dest bi girava birçîbûnê kirin, dest ji çalakiyê berdan. Sozên Rêveberiya Girtîgehê dayîn negirtin. Tenê dest ji birîna rû berdan. Pirsgirêkên din bi giranî berdewam dikin.”
Dogan, destnîşan kir ku li girtîgehên herêma Çukurovayê binpêkirinên mafên mirovan gelek zêde pêk tên û herî zêde jî li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê binpêkirinên mafên mirovan tên jiyîn û wiha pê de çû: "Weke girtigehên din li vê girtîgehê jî ji kapasîteyê zêdetir girtî lê dimînin. Li odeyên 3 kesan 9 kes dimînin. Di nav girtiyên edlî de ev yekê zêdetir e. Ligel vê yekê li girtîgehê pêkutiyên 12'yê Îlon tên înyadkirin. Ji girtiyên siyasî re Azadiya Welat nayê dayîn. Li ser girtiyan zextên gelek dijwar hene. Em bang li hikûmeta AKP'ê dikin. Divê demildest dest ji vê şaştiyê ber bidin. Berpirsiyarê hemû zext û zordariyên li girtîgehan Wezîrê Dadê û hikûmeta AKP'ê ye.” Têkildarî îdiayan em li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê geriyan lê rayedaran bersiva telefonê nedan.
HAMDULLAH KESEN/EDENE