Eger pirsgireka Kurd neba, tekoşîna rizgariya netewî negihîştiba pêvajoyeke wiha berz, kemalîstên îslamîst (AKP) di xewna xwe de jî serkariya Tirkiyê nedidîtin. Baş tê zanîn ku tarîqatên wek Fetulahciyan û tevgera Erdogan- Arinç- Çîçek di hemêza cuntaya leşkerî de pel vedan. Li gel wê êdî pergala li Rojhilata Navîn û kemalîstên laik bersiva berjewendiyên YDA nedida, vê jî ji AKPê re rê vekir.

AKP bi vîzyona bikane Kurdan di nava şiyara; “biratiya dîn de bihelîne û bi hin mafên piçûk bixapîne” de destûr wergirt. Lema jî berê zagona terorê derxist û xebitî ku bi wê zagonê hemî rêyên sivîl û civakî bifetisîne. Eger îro bi hezaran sîyasetmedar bi tewanbariya KCK di zîndanan de ne, bi alîkariya vê zagonê bû.
Dema AKP bi piştgiriya YDA hinek pêşî li kemalîstên laîk girt, gihîşt wê bawewriyê ku dê bikane Tevgera Azadî jî têk bibe û serkariya xwe ji bo her û her îlan bike. Lema berê bi mehan bi çapemeniya xwe mijara Sirilankayê derxist pêş. Tê zanîn Srî Lankayê bi alîkarî û bêdengiya welatên emperyal tevgera Tamîlan di nava xwînê de fetisand. Serkariya Erdogan jî bi şiyara “zarok jî bin, jin jî bin, çi ji destê hêzê me yên ewlekariyê bê, wê bikin û tek al, tek welat, tek ziman tek tek” bi hemû hêza xwe ve êrişkir. Lê li hember şerê şoreşgerî têkçû. Ji ber vê di divêtiya pejirandina pêvajoya çaresiyê de ma.
Dema pêlên bihara Ereban(!?) gîhîştin Suriyê heweseke din li wan peyda bû, ew gihîştin wê baweriya neoosmanî ku dê bikane hem pêşî li Tevgera Azadî bigirin û hem jî rêberiya mislimanên suni werbigire, vê re ji nû ve imparatoriya osmanî derxe pêş. Lema jî li Suriyê hêviya xwe bi çeteyên El Qaîdeyê ve girê da, ji bo hovitiya ji mirovî der hemû deriyên xwe ji cihadîstên El Qaîdeyê re vekir. Şerê Tevgera Azadî vê carê li Rojava berz bû. Di encama tekoşîna sal sal û nîvê de li Rojava ew hêviya wan jî têk çû. Li Misirê darbeya leshkerî pêkhat, li ser vê koalisyona wan a bi Katar û Saudiyê re parçe bû.
Ev piştgiriya wan ya ji bo El Qaideyê hemû qrediya wan a navnetewî qedand, rûçikên wan ên rasteqîn nîşan da. Çawa wan xwestibû, Amêrikayê wisa êrişê sûriyê nekir, planên wan ser û bun bû. Di çapemeniya cihanê de nûçeyên nerênî li ser hev hatin weşandin. Lema êdî tenê bi dizî alîkariyê didin, hê ew hêviya xwe ya dê çeteyên El Qaide bikanin tiştek bikin bi tevahî wenda nekirine.
Ji bo ku bikane pêşî li Tevgera Azadî bigirin, cardin vegeriyan ser xeta berê. Li aliyekê hêviya xwe bi Kurdên bi salan in ku dixwezin wek alternatîfek Tevgera Azadî organîze bikin ve girêdane, ji bo xurtkirina vê Birêz Barzanî vexwend Amedê. Li Aliyekê jî dixwaze cardin yekitiya CENTO (Central Treaty Organization) yê zindî bike.  
Ev yekitiya wek Pakta Bexdayê jî dihat zanîn di navbera salên 1955-58 tan de hatibû demezirandin lê ofîsa wê hetanî sal 1979 an jî di avahiya Mec1îsa mezin ya mebûsan (TBMM) yê de bû.
Li pey ku li Washingtonê bendê Erdogan hate kişandin, têkilî di navbera Îran û Amêrikayê de hate danîn. Wan jî têkiliyên xwe cardin bi van welatan re xurt kir. Îranê jî wek bersiv îdamkirina sê Kurdên welatparêz da. Wan Serokwezîrê Iraqê jî vexwend Enqerê, bi wê ve girêdayî vexwendina birêz Barzanî jî kirin rojevê. Şiroveya berdevkê Washîngtonê jî hin nişaneyan dide. Lewre DYA jî dixwaze li Rojhilata Navîn pêşî li xeta sêyem bigire. Bi kurtî ev bernameya Erdogan ya vê dawiya hefteyê bi vê mijarê re têkildar e.
Ango îhtîmal e ku dîsa yekitiyekê li dij Tevgera Azadiyê ava bikin. Lewre şêwirmendê Erdogan Y. Akdogan hatina birêz Barzanî bi du awayî grîng dibîne û wiha dinivîse:”Ya yekem; bi nûve bi serkariya Iraqê re têkilî danîn û ber bi normalî meşîna têkiliyan.
Ya duyam: “Li herême di navbera PDK û PYDê de rikberiyek (pêtbûn) tê jiyîn û di navbera gruba Kurd ya li bakurê Suriyê û Barzanî de nakokiyeke pir mezin heye “Pêtbûneke wisa jî di navbera Qendîl û Barzanî de heye.”
Listika cambaziya dîn û tarîkatan perene kir, plana Srî Lanka li ber pêlên pêngava şoreşgerî ket, El Qaîde di bin axîna Rojava de fetisî, wê hêviyên CENTO yê jî têk biçin.