Di maça futbolê ya navbera tîmên St. Paulî û Darmstadt 98’an de, alîgirên St. Paulî pankarta ‘Bijî Rojava’ hilgirt. Di Lîga 2’emîn a Elmanyayê de li Stada Millerntor a Hamburgê, di maça navbera St. Paulî û Darmstadt 98´an de, alîgirên St. Paulî wekî din êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk bi nîşandana rengên kesk, sor û zer, û alaya mezin a YPG’ê jî nîşan da.
Li lîstika SV Werder Bremen û Hertha BSC Berlînê de jî alîgirên Bremenê pankarta ‘Destê xwe ji Rojava bikişîne’ vekir. Di vê maça lîga 1’ê de jî alên kesk, sor û zer hatin hildan.
Tîma St. Paulî piştî ku lîstikvanê Tirk Cenk Şahîn pesnê dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabû, ji tîma xwe avêtibû.
HAMBURG