Di bazara ku her sal bi beşdariya deh hezaran mirovan pêk tê de, îsal jinên Kurd stand vekirin. Meclîsa Jinan a Viyan a Dusseldorf-Wûppertalê, bi standa vekirin re xwarinên ji çanda Kurd firotin. Jinan dan xuyakirin ku wan stand ji bo piştgirîdayîna Rojava vekirine. Yek ji berdevkên Meclîsa Jinan a Viyan a Wûppertalê Aysel Azar diyar kir ku armanca wan alîkarîdayîna jin û zarokên li Rojava ye û got, "Li vê derê her sal çalakiyên bi vî rengî tên lidarxistin. Weke jinên Kurd me jî xwestin alîkariyeke bi vî rengî bidin Rojava. Li vê derê, bi firotina xwarinên mitfaxa Kurd hem em çanda Kurd didin naskirin, hem jî ji bo jin û zarokên li Rojava alîkariyê kom dikin." Azar da xuyakirin ku divê her kes ji bo Rojava tiştekî bike û wiha peyivî: "Eger jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn li bajarên lê dimîne, di çalakiyên bi vî rengî de kampanya alîkariyê bidin destpêkirin, ez bawerim wê hatineyeke cidî bi dest bikeve. Gelek pirsgirêkên jin û zarokên li Rojava jî dikarin bi vî rengî çareser bibin. Û bi vî rengî ambargoya li hemberî gelê Kurd jî dê bişkê."
Rêveberiya jinê ya Mizgefta Şêx Ehmedê Xanî ya li Wûppertalê jî li "Vohwînkeler Flohmarkt" stand danî. Jinan li vê derê ji aliyekî ve xwarinên ji çanda Kurd firotin, ji aliyê din ve ji beşdarên bazarê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan îmze berhev kirin. Ji jinên îmze berhev kirin Melîha Demîr da xuyakirin ku ew di çalakiyên bi vî rengî de ji bo azadiya Abdûllah Ocalan îmzeyan kom dikin û got, "Armanca me di her platform û çalakiyê de ji bo azadiya Rêberê me komkirina îmzeyan e."
ANF/WUPPERTAL