
Pêngava Bagera Cizîrê, ku 9’ê Îlonê dest pê kir, bi pêşketina şervanan dewam dike. Odeya Çalakiyan a Pêngava Bagera Cizîrê daxuyaniyek weşand û bîlançoya 8 rojên bagerê eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku Meclîsa Leşkerî ya DêraZorê jî di nav de ye, di 8 rojan de bi 63 kîlometreyan bi pêş ve çûne û 2 bajarok, 14 gund û gundik rizgar kirine. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku kargeha şekir, qada pembû û stasyona ceyranê ji çeteyan hatin paqijkirin û gelek çek û cebilxaneyên çeteyan hatine desteserkirin.
Odeya Çalakiyan diyar kir ku hêzên wan 5 wesayitên bombebarkirî yên çeteyan beriya ku bigihêjin armancên xwe ji dûr ve teqandin û wiha dewam kir: “Çeteyan jî sê maşîneyên bombebarkirî beriya ku bighêjin armancên xwe, teqandin. Ji aliyekî din çeteyan 4 êrîşen xwekujiyê pêk anîn, lê negihiştin armancên xwe.”
Di 8 rojan de 4 hezar sivîl
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku di vî şerî de gelek çete hatine kuştin û cenazeyên gelekan ji wan li herêmên di bin kontrola wan de mane.
Li gorî daxuyaniyê, di nava 8 rojên Bagera Cizîrê de 4 hezar sivîl hatine rizgarkirin û li herêmên ewle hatine bicihkirin. Di dawiya daxuyaniyê hat bibîrxistin ku 8 şervanên QSD’ê di şerê 8 rojan de gihiştine şehadetê.
NAVENDA NÛÇEYAN
Em ê hemû jinan rizgar bikin
Şervana Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Koçerîn Azadî ku di pêngava Bagera Cizîrê de cih digire kevneşopiyên civakê û berxwedana li hember tê kirin nirxand û got: “Em ê jinên Dêra Zorê rizgar bikin. Jin wê êdî xwedî li hêz û îradeya xwe derdikevin.” Şervana YPJ’ê Koçerîn Azadî ku niha di pêngava Bagera Cizîrê bi armanca rizgarkirina Rojhilatê Firatê û bejahiya Rojhilatê Dêra Zorê di çeperên herî pêş şer dike, dixwaze li dilê dijmin bixe. Azadî anî ziman ku kevneşopiyên civakî yê koletiyê û sînordayîna li pêşiya pêşketina jinê hişt ku heya niha jin bê îrade û hêz bimîne û got: “Jin di nava civakê de weke amûrekê bi kar anîn. Ji ber kevneşopiyên civakê malbata min nehişt ku ez bixwînim. Di civaka Ereb de ewqas zilm li ser jinê heye, dema ku ez tevlî YPJ’ê bûm ez hatim cîhanek ronî.”
Bang li herkesekî kir
Li ser tevlîbûna xwe ya nava refên YPJ Azadî anî ziman ku ew êdî rastiya xwe nas dike û dixwaze bi jinên din bide naskirin. Azadî got: “ Armanca têkoşîna me azadî û rizgarkirina hemû jinan e. Şervanên YPJ’ê yek dest û nerîn in lewma ewqas serketin di asteke bilinde tê bidestxistin.”
Koçerîn Azadî di dawiyê de bang li hemû jinan dike ku tevlî refên azadiyê bibin û şerê dijminê hov ê bike, jinan azad û zilmê bi dawî bike, divê ku ew jî werin tevlî Pêngava Bagera Cizîrê bibin heta ku bikaribin jinên Dêra Zorê bi tevahî rizgar bikin.
Ti hêz nikare bibe asteng
Fermandarê QSD‘ê Cemîl Mezlûm anî ziman ku serkeftinên Hêzên Sûriyeye Demokraîtk li Reqa û Dêrazorê rastiya pêkanîna vê hêzê sozdayîna xwe ya bi gelê Sûriyê re nîşnan dide û diyar kir ku hemleya Rizgarkirina Reqayê ber bi serkeftineke mezin ve diçe. Mezlûm diyar kir ku erka wan a rizgarkirina bajêr nêzîk e û dê bi serkeftineke dîroka û tinekirina terorê bi dawî bibe. Mezlûm got: “Mijara çareseriya aloziya Sûriyê dê piştî rizgarkirina herdu bajaran ku wekî pargehên herî sereke yên DAIŞ‘ê ne, pêk were, niha ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û azad xebatên dîplomatîk û siyasî têne kirin.” Fermandarê QSD‘ê anî ziman ku hemleya rizgarkirina Reqayê ber bi dawîbûnê ve diçe û li milekî din jî hemleya Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewar Dêrazorê didome û dest nîşan kir ku ev hemle cesareta vê hêzê nîşan dide û ji her kesî re îsbat dike ku armanca vê hêzê rizgarkirina sivîlan e û got: “Wê ti hêz li pêşiya pêkanîna armanca ya avakirina sîstemeke demokratîk û azad nikaribe bibe asteng.”
ANHA/REQA