
Piştî ku Rûsyayê di asta fermî de dewleta Tirk weke piştevanê terorîmê bi nav kir, êdî di asta navneteweyî de jî navhevdebûna çeteyên DAIŞ´ê û Tirkiyeyê bê şik û guman li holê tê qebûlkirin. Belgeyên ku li ser çeteyên kuştî tên bidestxistin her roj belgeyên nû derdixin holê ka Tirkiye çawa weke stargeh û cihê perwerdê yê çeteyên DAIŞ´ê tevdigere.
Bi heman rengî li ser çeteyekî DAIŞ'ê yên li Girê Kolik ê li rojavayê Şengalê hatin kuştin, belge hatin bi destxistin ku nîşan didin ku ev endamê çeteyên DAIŞ´ê li Stenbolê maye. Ev endamê çeteyên DAIŞ'ê li May Otel a li Fatîhê maye, di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bûye, ji wir jî xwe gihandiye Şengalê û li dijî civaka Êzidî şer kiriye.
Tirkiye ku cihê stargeh û perwerdeyê yê çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ e, bi rêya çeteyan êrîşî gel dike. Dewleta Tirk a ku li Bakur bi polîsên fermî li dijî gel şer dike, li Rojava û Başûrê Kurdistanê bi rengî DAIŞ'ê xwe nîşan dide.
Li oteleke li Fatîhê ma
Çeteyên DAIŞ'ê yên ji çar aliyên cîhanê tên anîn, di ser Tirkiyeyê re derbasî Rojhilata Navîn dibin. Di şerê li Girê Kolikê de yê li navbera çiyayê Ebdulezîz ê Rojava û çiyayê Şengalê ku cihekî stratejîk e, gelek endamîn çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û gir ji wan hat paqijkirin. Ji van çeteyên li vir hatin kuştin, li ser yekî bi navê Vasîlyeû Dzîanîs belge hatin bidestxistin. Ev belge nîşan didin ku Dzîanis li Stenbolê maye. Dzîanis ji Elmanyayê hatiye Stenbolê, li Stenbolê jî li May Otelê maye. Di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bûye, ji wir jî xwe gihandiye Şengalê, li Şengalê jî hat kuştin. Di nava belgeyên li Girê Kolikê bi dest xistî de, tefsîrên Rûsî-Erebî û gelek nasname hatin bidestxistin.
Girîngiya Cerablûsê ji bo Tirkiyeyê
Tirkiye ji aliyê saziyên serbixwe yên navneteweyî ve jî êdî weke destekdarê çeteyên DAIŞ´ê û komên din ên terorst hatiye îlankirin; bi belgeyên derdikevin holê êdî baştir tê fêmkirin ka çima di plana xwe ya Cerablûsê de israr dike. Dewleta Tirk, ji bo hêzên Rojava xwe negihînin Cerablûsê çi ji dest hat kir, gef xwar û top avêtin Kobanê. Ango Tirkiye dixwaze mîna zirîhekî, Cerablûsê ji bo parastina DAIŞ'ê bi kar bîne. DAIŞ'ê êrîşên li hemberî Kobanê jî, bi wergirtina desteka ji dewleta Tirk re di ser Cerablûs û Girê Spî re kiribû.
Di destê Tirkiyeyê de ji bo sînorê bi DAIŞ'ê re bi tenê Cerablûs maye. Tirkiye dixwaze bi vî rengî Kurdan li çar parçeyan qels bike.
Yek ji tesîrên darîçav ên navneteweyî ên vê siyaseta Tirkiyeyê ew bû ku serokê DYE´yê Barack Obama bi awayekî eşkere ji Tirkiyeyê bixwaze deriyê xwe yên sînor bi rastî jî li DAIŞ´ê bigire.
NÛJIYAN ERHAN/ROJNEWS/ŞENGAL