
KNK’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku dezgehên neteweyî hersal li gor şert û derfetên xwe pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî amade dikin û wiha hat gotin: “Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNK’ê îsal jî wekî her car dixwaze Cejna Zimanê Kurdî bi armanca 'Ji bo Kurd û Kurdistanê Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî' bê pîrozkirin. Ji ber ku Kurdan bi taybetî ji bo Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê daxwaza 'statuya polîtîk' û statuya zimanê Kurdî têkoşinek mezin daye meşandin. Daxwaza me statuya zimanê Kurdî ye, statuya gelê Kurd e, statuya Kurdistanê ye. Lewma ev armanca pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî vê prosesê îfade dike.”
'Hedefa me fermîkirina Kurdî ye'
KNK’ê da zanîn ku dagirkirina Kurdistanê bi taybetî li sê parçeyan, li Tirkiye, Îran û Sûriyeyê didome û wiha hat gotin: “Başûr îro di nav Iraqa Federal de statuyeke federatîf qezenckiriye û Kurdî gelek xwezayî zimanê fermî ye û hemû baskên jiyanê bi Kurdî têne jiyan. Her çend desthilata Erebî ya Bexdayê ya Iraqa Federal makeqanûna nû ya Iraqa Federal binpê dike jî zimanê Kurdî zimanekî fermiye. Li Îranê, Kurdî di jiyana rojane da, di jiyana sosyal da fonksiyonel tê axiftin. Lê hêj di nav sîstemê îdarî û perwerdeyê de fermiyet wernegirtiye. Li Suriyeyê jî di fermiyetê da kêm zêde eynî rewş berdewam e. Lê li Rojava êdî gel bi serkeftinên xwe perwerdeya ziman dane runiştandin. Li Tirkiyeyê rewşa zimanê Kurdî ji Iran û Sûriyeyê xirabtir e. Ligel ku disalên dawî de gav hatibîn avêtin jî dîsa zextên liser ziman bi awayekî sîstematîk tê meşnadin."
Li derveyî welat têkoşîna ziman xurt bikin
KNK'ê di peyama xwe de her wiha bal kişande ser hewldanên Kurdan li derveyî welat yên bidestxistina mafê zimanê zikmakî û wiha berdewamî da peyama xwe: " Rewşa negatîv ya asîmîlasyonîst li meydanên dîasporayê jî gelek dijwar berdewam e. Lê ligel hemû şert û mercan li qadan ji bo mafê ziman û perwerdehiya biz iman têkoşîneke mezin tê dayîn. Her wiha heta li her hemû parçeyên Kurdistanê zimanê Kurdî nebe fermî dê têkoşîn bê dayîn. Li dîasporayê jî Kurd li her welatê ku lê dijîn, ji bo perwerdeya ziman têkoşînê didomînin."
Plansazî ji bo çalakiyên sê rojan
KNK'ê têkildarî şêwazê pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî ya 3 rojan dom bike de jî ev bang kir: "Hêvî û daxwaza KNK’ê ew e ku Cejna Zimanê Kurdî di van sê rojan da, 14-15-16ê Gulanê de bi beşdariyeke mezin bê pîrozkirin. Her wiha dê di van her sêrojan de semîner, konferans û sempozyum bênkirin."
Di daxuyaniya KNK'ê de plansaziya pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî û şêwazê pîrozkirinên 3 rojan jî hatin destnîşan kirin. Li godr plansaziyê pîrozbahî wê bi vî rengî bin:
Ji 14'ê Gulanê pê ve dê şahî û pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî bête dest pê kirin, mesaj bêne dan.
Di 15’ê Gulanê de li ser zimanê Kurdî dê axaftin û aktîvîteyên cuda bêne kirin. 15’ê Gulanê roja weşana kovara Hawarêye jî (15 Gulan 1932). Hawarê ji bo parastin û jiyandina ziman û çanda Kurdî kedeke mezin daye. Ji ber vê yêkê, ji bo bîranîna kovara Hawarê dê rola wê ya di warê parastin û jiyandina zimanê Kurdî de bê pîroz kirin.
Di 16’ê Gulanê de jî ji bo hemû şehîdên Kurdistanê, ku di serî da ji bo parastina zimanê Kurdî, netewa Kurd û Kurdistanê canê xwe yê pîroz feda kirine, di roja dawiyê ya ”Cejna Zimanê Kurdî” da, dê hemû şehîdên Kurdistanê bêne bîrînan.
Bi vê armancê gelê Kurd dê bi gul û kulîlkan biçine ser av, çem û robarên Kurdistanê û wan qevdên gul û kulîlkan biavêjine nav av, çem û robarên Kurdistanê.”
BRUKSEL
Ji SZK’ê 2300 bawername
Li bajarê rojavayê Kurdistanê Kobanê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) di vê hefteyê borî de 13 hezar bawernameyên zimanê Kurdî li şagirtên rêza yekemîn heta 11’emîn belav kirin . Lê xwendekarên refa 9 ji ber ku ezmûnên wan hîn ne hatine lidarxistin ne hatiye belavkirin. Çar hezar bawernameyên din jî wê li şagirtên gundên Kobanê werin belavkirin. Bi vî awayî hejmara giştî dighêje 17 hezar bawername.
Derbarê bawernameyan de mamosteya zimanê Kurdî Şêrîn Şêx Mihemed got: “Bi giştî pileya şagirtan baş bû û ew bi wergirtina bawernameyên zimanê Kurdî pir kêfxweş bûn.” Tê payîn ku îro SZK’ê bawernameyan li 11 dibistanan din belav dike.
KOBANÊ