SEYÎT EVRAN / QAMIŞLO


Hevseroka Meclîsa Suriyeya Demokratîk Îlham Ehmed bi gotarekê bersiv da pirsên rojnameya me û rewşa dawî ya li Rojava û Bakurê Sûriyê nirxand. Xalên sereke yên nivîsa Îlham Ehmed li jêr in. 

Di bûnyeya hezên Sûriyeya  demokratîk de hejmareke mezin bi wî awayî ku her dewreyekê 250/300 kês bên amadakirin û beşdarî Hêzen Sûrîye Demokratîk (QSD) dibin, tên perwerdekirin. Ev ne komên giredayî partîyan û sîyasîyan in; bi şêwazekî xweser di xizmeta berjewandîyên Sûrîyeyê û sîstema demokratîk de ew kes beşdar dibin. Li cihen ku Hemleya Xezeba Firatê bi pêş dikeve, beşdariyeke baş heye, ji Tepqaye tevlîbûn heye,  ji Raqa ji gûndên wê tevlîbûn heye. Ji nava DAIŞ´ê piştî daxuyaniya efûyê, hijmarekê xwe teslîm kir.


Modela Minbicê serketî ye ji bo Tepqaye mînak e 

Minbic ji bo temamê heremên din tecrûbeyeke serketî bû. Li bajarekî di deste DAIŞ´ê de gelek gelan xwe hêz kiribû, bi hemlaya rizgarkirinê re hem avakirina  meclîsên gundan û hedî hedî  ber bi bajêr ve çû; û piştre li bajêr meclîsa demkî ket merhaleyeke ji nû ve xwe ava kirinê, her derdorê cihê xwe tê de girt, despe kirin xizmeta sîvîl a civakê bikin. Ev tecrûbeya baş e ji bo herêmên din jî, hem di warê avakirina meclîsê de gavên rexistinî yên hatin avêtin, hem di warê qanûnî de, hem di warê revebirinê de û hem jî di warê parastinê de hev du temam dikin. Ji bo ku hêzên parastinê bê biryara sîyasî nemînin, ew jî yekser wek sîvanekê xwe bi rê ve dibin. 

Di warê ewlekariya hundir de jî avakirina rexistinî çêdibe, hêzên ewlekariyê yên bajarê Raqayê navenda xwe vekir, wan akademiya xwe vekiriye.

Alîkarîkirin girîng e

Li gorî Minbicê, Raqa mezintir e, bajarokê Tepqa ji xwe hat rizgar kirin. Niha ji bo xelkê Reqayê alîkariya amedekarî tê kirin li kampa Eyn Îsa. Gelekî muhtemel e ku gelek xerabî û texrîbat di bajêr de çêbin, binesaziya wê derbeke mezin bixwe. Ji ber wê jî gelekî muhtemel e ku xelk demeke dirêj li kampê bimîne. Li bajêr zehmetî gelek çêdibin, girîng e ku di vî warî de alîkarî bête kirin, lê bi rastî jî her çiqas biryar hebe jî peydekirina alîkariye gelek zehmet e û gelek dem lê diçe heta ku alîkarî tê û nayê jî. Zehmet e pêdiviyên jiyana rojan bên dabînkirin.

Li aliyê din, ji bo bigewdebûna biryara neteweya demokratîk, ji bo alîkariya bi koçberan re gelekî girîng e mirov li wan xwedî derkeve. Êdî bi şewazekî ew herêm jî divê muxateb bên girtin. Alîkarî nedan, yanî Neteweyên Yekbûyî bi xwe cudakeriyê dikin û helwêsteke neadil heye ji mirovan re, çawa ku dibêje, biryara rejîmê tinebe, alîkarî nayê. 

 Di pratîkê de pêkanîna Sûriyeya Demokratîk

Herçî projeya me ya ku em siyasî bi pêş dixin, ne tenê bi kurdî ye, projeyeke giştî ye, ji bo Sûrîyeya Demokratîk hewldanên me hene. Li kêleka alîkarîya eskerî tê gotin, Sûriye dê bi xwe çarenûsa xwediyar bike. Ev baş e, madem Sûriye diyar dike, wê demê projeyê em amade bikin. Em hewl didin di warê siyasî de projeya Surîyeya Demokratîk bi her aliyî de bidin nîqaşkirin û qabûlkirin. Bi ya me ya girîng ew e ku em li cihê cih di pratîkê de bi gavên xwe projeyê li Sûriyeyê bidin qebûlkirin. Em vê çiqasê bi ser bixin, li derve jî ew ê ewqasî bê qebûlkirin.

Tirkiriye xwedî helwêsteke xirabker e

Tê gotin, Tirkiye esas tenê li dijî Kurdan û projeya wan e, lê ne wisa ye, em wisa naxwînin, Tirkiye ji bo ewlekariya tewahiya Sûriyeyê xeter e. Carinan bi rejîmê re  tifaqê dike, carinan bi Îranê re, carinan jî bi mixalefetê re; li gorî berjevendiyên xwe dimeşe, planan datîne, bi Rûsyayê re, bi Emerîkayê re, her carê bi aliyekî re tifaqê dike ji bo ku Sûriyeyê parçe bike. Ew qasî ne rehet bû ji ber alîkariya dan YPG´ê, lewma projeya YPG´ê projeya Sûriyeya Demokratîk e. Piştî ku Emerikayê bi wê nekir, xuya ye xwest xwe nêzî Rûsya û Îranê bike. Bi qenaeta me, derfeta Tirkiye bi kar bîne, gelekî kêm e; her diçe xirabtir dibe.

Hem Tirkiyeyê û hem jî Emerîkayê ji bo projeya şerê li dijî DAIŞ´ê dikarîbû  desteka baş bida QSD´ê. Li hemberî vê devleta Tirk û Îran tifaqa ku bi hevdu re dikin, dike ku nakokiyên wisa derkevin holê ku xêra wan ji Gelên Sûriyê re nîne, ew zirarê dike li gelên Sûriyeyê. Tirkiye û Îran çima pişt bidin hevdu li dijî projeya Emerîkayê derdikevin, bi israr projeyên mezhebî tên bipeşxistin û ew gelek xeter e.  Divê her kes vê gotinê fêm bike, projeya Sûriyeya Demokratik a federal projeya herî rast e, herkes dikare tê de tîna xwe bibîne û dikare bi azadî bijî; ji bo vê Bakurê Sûriyeyê nimûne ye. 

Dewra Îranê li Sûriyê

Îran li ser navê destekkirina rejîmê mudaxilî şerê Sûriyê bûye û xwe bi bandor kiriye. Projeya mezhebî ne projeyek e ku li nava Sûriyê bête qebûlkirin. Civaka Sûriyê dê derfeteke wisa nede. Bi qeneeta me zahmet e ew bimînin û projeya xwe bi ser xin. Em dibêjin çi hezeke xerîb li Sûriyê heye, divê derkeve û Sûrî ji gelên wê re bête hiştin. Ew girîng e ku wek biryarekê zemînê çareseriyê ava bike.

Em du siyasetan dibînin ku yek jî neteweperestî ye û ya din jî dîn/meyheb e. Dema yek bi kêr nayê, ya din dixin dewrê. Helwêsta Îran û Tirkiyeyê ya beramberî hev û li Sûriyêli ser netewperestiyên Fars û Tirk e; û dewleta pîroz a herdu aliyan di vê mijarê de hevdu digirin. Herçî rejîm e ji bo parastina dewleta Sûrî ya Ereb û berjewendiyên dewleta Ereb, tê cem wan.

 Tirkiye di navbera Rûsya û Emerîkayê de

Di navbera Emerîka û Rûsyayê de Tirkiye neçar maye ku hem Emerîkayê û hem jî Rûsyayê esas bigire. Nikare dîqat bike. Di nav rewşeke wisa de, ewlekariya Minbicê misoger bû. Li hemberî herdu hêzên mezin Tirkiye nikare helwêsteke xirab zûbizû nîşan bide.

Divê dawî li projeya Tirkiyeyê li Şehbayê bê anîn

Li Şehbayê Tirkiyeyê heremeke defakto çêkiriye, ewqasî sazîbûna wê li wir heye ku hemû jî li ser esasê çanda Tirkbûnê, hişmendiya Tirkbûnê dane rûniştandin. Gelê wir ji wir dike der, Tirkan li şûna wan bi cih dike. Demografyaya herêmê diguhuere. Ev projeyeke pirr xeter e. Îro nebe jî sibe divê bi biryareke navneteweyî dawî li vê projeyê bête anîn.

Bi giştî hebûna Tirkiyeyê li Sûriyê ne tene ji bo Efrînê xeter e, lê gava bikeve Idlibê ji bo Helebê jî xeter e. Lê belê halê hazir ji xwe re Efrînê dike hedef. Derdê Tirkiyeyê Heleb bi xwe ye. Ji bo wê dixapîne ji Rûsyayê re dibêje, binihêre va ye, ez li vir im, meseleya Efrîne ew e. Lê armanca esas ew e ku xwe bigihîne alîyê Turkmenan ê li Latqayê. Li Cerablusê destûra Tirkan da, Tirkiye li wir bi cih bû, li Idlibê bi cih bibe, wê çawa wê derxin, Rûsya çiqasî hay jê heye, ez nizanim.

Efrîn di destpêka xweseriya demokratîk de çêbû. Ew birêvebirin heta niha  tecrûbeyeke serketî ye li Efrînê. Ewqas êrîş çêbûn, çend caran şerê dijwar qewimî, karîbû li ber xwe bide. Weke şêwazê herî rast ew ê berxwedana xwe dewam bike.

Dewra Rûsya li ser rejîmê

Me hêvî dikir bi Rûsya re di danûstandineke dewamî bi pêş bixin, dewleteke mezin e, naskirî ye, hêza wê li Sûriyê heye û nexasim bandora wê li ser rejîmê heye. Lê qenaeta me ew e ku wê zext li rejîmê nekir ku çareseriyê qebûl bike. Di kûrbûna krîzê de bi ya me para Rûsyayê jî heye.

Ew navbera xwe Tirkiyeyê xweş dike, Tirkiyeyê dikişîne aliyê xwe. Ev daxuayniya wê ya vê dawiyê a ku dibêje, QSD´ê reyek vekiriye ji bo DAIŞ biçe Tidmilê, ev nerazîbûna wê ji rewşa deverên me nîşan dide, ew vê wisa îzah dike. Lê belê ev şaşîtiyeke mezin e. Heger ew û Emerîka hevkariya hev nakin, ev ne gunehê me ye. Li Minbicê me herdu alî anîn cem hev. 

Kurd û çareserî

Çi hêviya me ji civînên Astanayê  nînin, ew şaş in. Herçî Cenevre ye, Kurd li Sûriyê bi rastî xwedî rol in, di çareseriyê de jî xwedî rol in, heta rewş hatiye wê astê ku Kurd bûne hêzeke ku zû bi zû nikarin bêtin berteref kirin. Ti kes jî nikare wan berteref bike, ji ber ku çareserî bi peş bikeve danûstandina Kurdan û nihêrîna wan divê li ber çavan bê girtin. Vê jî kir ku Sûriyeke Demokratîk a federal wek projeyeke esasî derkev pêş.

Kurd li Rojhilata Navîn hemûyî bi bandor in, ji ber ku li çar dewletan dabeş hatine kirin, û li her parçeyekî sîyaseteke demokratîk bi rê ve dibin, bi rêxistin kirî ne û bi bandor in; ji ber vê yekê jî ev dewletên statukuparêz li peşiya Kurdan astengiyên pirr mezin derdixin. Vê sedsala li peşiya me, Kurd wê bibin xwedî roleke girîng û ew ê serkeşiya sîstemeke demokratîk bikin, pê re jî bi şêwazekî erênî bibin xwedî statu.

Tişta ku li Rojava çêbû, bandora xwe li ser beşên din jî dike, sempatiyeke gelekî mezin çêdike, bawerîyekê dide avakirin. Li beşê herî biçûk ên Kurd lê dijîn, wan dikarî statuya xwe, rewşeke baş derxînin holê, wê demê beşên mezin jî baştir dikarin vê bikin, ev baweriyekê derdixe meydanê.