
Li bajarê Rojava Amûdê û derûdora wê Radyoya JÎN FM ev bû sal û nîvek dest bi kar kiriye û di radyogeriya Kurdî û ragihandinê de her ku diçe cihê xwe qewîtir dike û bi taybetiya xwe bala Rojhilata Navîn û Herêmê dikişîne ser xwe.
Di serdema modern de jin mafên ku jê bêpar mabû bi têkoşîneke dijwar ji desthilatdaran wergirt. Wekî mînak mafê hilbijartinê di wergirtina heqdestan de adilî, xwe îfadekirina hunerî û hwd. Lewre jî jin li hemberî desthilatê bê minet bû. Her çiqas li cîhana Rojavayî mafên jinan di warê hiqûqî de hatibin misogerkirin jî têkoşîna hizrî û pergalî her dewam dike. Lê li Rojhilata Navîn esarata jinê her dewam dike ji her alî ve jin şerê xwe bi desthilatdaran re dike. Ji bo bikaranîna mafên herî besît û hêsan jî divê li hemberî civak û pergalê helwêst û sekneke xurt nîşan bide. Di wir de têkoşîna jinên Kurd bi sekn û helwêsta xwe ne tenê li Rojhilata Navîn li tevahî cihanê wekî stêrkeke ji nav taritiyê derketibe dibiriqe. Di her warî de jinên Kurd xwe bi rêkxistin dikin û xwe ji zîhniyeta mêranî vediqetîne.
Li Rojava jî bi pêşengiya YPJ´ê, jin xwe li hemberî barbarîzmê parast û bi têkoşîna xwe bê minet e. Jinên Rojava gelek tişt li dîroka têkoşer a jinê zêde dikin, her wihali ya Kurdistanê jî. Yek jî lêzedekirina jinên Rojava di warê radyogeriya Kurdî û Sûriyeyê de avakirina JÎN FM´ê ye. Radyoya ku tenê ji jinan pêk dihat berê jî li hin welatan hat ceribandin lê li Rojava û Sûriyeyê JÎN FM bû ezmûna pêşî û hîna jî yekane radyoya bi vî rengî ye.
JÎN FM li ser pêla 104 FM û ji saet diwanzdeha nivîro heta saet dehê şevê li bajarê Amûdê û gundên derûdora wê weşanê dike. 6 kedkarên radyoyê hene û tevde jin in. Her wiha heta niha bîst keçan li wir xwe fêrî karê radyogeriyê kiriye.
Xelkê deverê matmayî man
Yek ji rêveberên radyoya JÎN FM´ê Şêrîn Îbrahîm li ser pêvajoya avakirina radyoyê û bi demê re bidestxistina tecrûbeya radyogeriyê wiha peyivî: “Karmendên Radyoya ARTA FM (radyoyek e ku li Amûdê weşanê dike) ku heman dezgeh piştgîriya me û wan dike “Dezgeha ARTA a Ragihandin û Geşepêdanê” rêveberiya vê projeyê dikin. Hezîrana 2014’an em deh keç li “Navenda Jîn a Rahênana karên radyoyê bo jinan” perwerde bûn. Perwerde ne tenê li ser pêşkêşkirinê bû, li ser hemû karên radyogeriyê bû. Hinek ji van keçan di radyoyên deverê din de kar ji xwe re peyda kirin. Xelkên deverê matmayî ne, û bi çavekî mezin li vê tecrûbeyê dinihêrin. Hejmareke gelekî kêm bi guman lê dinihêrin. Di serdanên rêxistinên siyasî, hiqûqî, sîvîl û kesên xuya de em hest bi piştgîriyê dikin. Heger em bi çavên wê hejmara kêm jî li vê tecrûbeyê binihêrin, di cihê karê JÎN FM´ê de tenê keç û jin tên cem hev, û ev yek alîkariya me dike û rehetiyê dide malbatan.”
Ji bo jinan bû navnîşanek
Şêrîn Îbrahîm derbirî ku JÎN FM li ser jinên Rojava û nexasim ên Amûdê guhertieneke berbiçav bi pêş xist û wiha pê de çû:” Em hest dikin ku ew jina ku ji mafên xwe yên sereke mehrûm bû, û êş û azarên xwe bi xwe re dihiştin, guhertineke mezin li cemê peyda bûye. Hestên xwe eşkere dike û doza gengeşekirina pirsgirêkên xwe dewam dike. JÎN FM ne tenê dilê keçan bijand karkirina di warê ragihandinê de, belkî xwesteka guhertina rewşa wan a aborî û civakî hişyar kir. Xelkên deverê bi kêfxweşiyeke mezin vê fikrê pêşwazî dikin. Her wiha keçên ji neteweyên din jî li cem me hene û weşan jî bi Kurdî û Erebî ye.”
Paşerojeke firealî misoger bike
Rêvebera radyoyê Şêrîn Îbrahîm der heqê naveroka bernameyan de ku pêşkeş dikin û mijarên cih didine wan jî ev agahî dan: “Em guh didin mijarên taybet ên jinê, lê em ne tenê ji jinê re diaxivin. Em hewl didin behsa mijarên girêdayî deverê bikin. Em keçên deverê ne û em bêhtir pêdiviyên wê nas dikin. Rewşa Sûriyê li me ferz dike ku em bêhtir guh bidin mijarên pêkvejiyanê û dîroka hevbeş a deverê. Ev yek wê paşerojeke firealî misoger bike ku em tev karibin nerîn û xwestekên xwe eşkere bikin bê ka em nêzî kesî bibin an em ji kesî bitirsin.”