Stêrka Şivanan wê sibê gelek biteyise
Yek ji gerstêrkên nêzî cîhana me Zuhre ye (Venûs) bi navên din Stêrka Şivanan, Stêrka Gelawêj û Qurixê ye. Ji dinya me xweş xuya dike. Şivan pê rêya xwe dibînin. Sibê wê yek ji wê rojên wê be, herî xweş xuya bike û zêde biteyise.
Li gorî nûçeya Webteknoʼyê Stêrka Şivanan a piştî heyvê herî zêde xweş xuya dike û dibiriqe, wê di rojên bê de bêhtir xweş xuya bike û bibiriqe.
Ji ber ku ev gerstêrk bi gelek aliyên xwe dişibe cîhana me weke cêwiyê wê jî tê binavkirin. Stêrka Şivanan rohniya xwe ji rojê digire. Yekşema borî di dema xwe ya hilalbûnê de li kêleka Heyvê xuya kir. Demekê wisa xwe da talda Heyvê û wê di rojên pêş de xwe hinekî ji talda wê bide alî û wê (28ʼê Nîsanê) xwe xweştir nîşan bide. Bi vî awayî jî wê xwe ji Jupîterê neh car zêde xweş nîşan bide. Di dawiya meha Gulanê de wê rohniha xwe kêm bibe. NAVENDA NÛÇEYAN