
Navenda çand û hunerê ya Bêstûn di 18. Salvegera koça dawî ya hunermendê navdar Mihemed Mamlê de daxuyaniyek niviskî weşand û diyar kir ku Mamlê li di hunerê Kurdê de stêrkek geş ya gelê xwe bû.
Navenda Çand û Hunerê ya Bêstûn bi minasebeta salvegera rehmetkirina hunermend Mamlê li ser malpera fermî ya KODAR’ê daxuyaniyek niviskî weşand û ew bi bîr anî.
Pêşî dest diavêjin çand û hunera wî gelî
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo civakekê tişta herî giring çand û hunera wê bi xwe ye û bi vî rengî dewam kir:” Dema dagirker bixwazin welatekê bixin bin destê xwe beriya her tiştî dest diavêjin çand û hunera wî gelî. Ji ber wê her dem erkên girîng û diyarker yên hunermendan li gel civaka xwe heye.”
Xwedî cihekî taybet bû
Navenda Çand û Hunerê ya Bêstûn behsa jiyan û xebatên hunermendê nemir Mamlê kir û wiha pê de diçe:“Mamoste Mihemed Mamlî li asîmana hunerê stêrkek geş ya gelê Kurd bû. Bi deng, gotin û hestên xwe di nava civakê de xwedî cihekî taybet bû. Mamlê karî di jiyana xwe ya hunerî de gelek berhemên resen û çandî derbixe. Bi awaz û stranên Kurdewarî karî xizmeta hunera Kurdî bike.
Xwedî li berhemên hunermendên nemir derbikevin
Em di 18. salvegera koça dawî ya mamoste Mamlê de ked û têkoşîna wî careke din bi bîr tînin. Em daxwaz ji hemû saziyên hunerî û hunermedan dikin ku çand û hunera folklorîk ya Kurdî zindî bikin. Her wiha em ji hunermedan dixwazin rêya rast ya hunermend û hunera Kurdistanî bişopînin û xwedî li berhemên hunermendên nemir derbikevin.”
Mamlê kî ye?
Hunermed Mihemed Mamlê (Mihemed Seîd Elî) sala 1925’an li bajarê Mehabadê ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Malbata Mamlê yek ji malbetên herî kevin yên xwecihên Mehabadê ne. Gelek endamên malbatê bi dengê xwe yê xweş û hunera xwe tên nasîn. Mamlê ku di wê atmosferê de mezin bû û perwerde dît di temeneke biçûk de dest bi karê hunerê kir û di 13 saliya xwe de strana xwe ya yekemîn derdixe û navdar dibe.
Hunermend Mamlê di jiyana xwe ya hunerî de nêzîkî 327 stran tomar kiriye.
Mamilî strana xwe ya dawiyê di sala 1994’an de qeyd kiriye. Di encama nexweşiya tansiyona bilind de di 23’ê Çileya 1999’an de rehmet kir.
NAVENDA NÛÇEYAN