Li Stockholmê bi daxuyaniya çapemeniyê banga beşdariya çalakiyên 25’ê Mijdarê hate kirin. Daxuyanî bi beşdariya gelek saziyan hat dayîn. Saziyan bang kir ku her kes tevlî çalakiyên 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li dijî Şideta beramberî Jinê bibe.

15 rêxistinên civaka sivîl û partî ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şideta beramberî Jinê, li paytexta Swêdê Stockholmê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniya Çapemeniyê de li ser navê Syndîkalîsterê Jacob Erîcsson axivî û got, ji bo ku li dijî şideta beramberî jinê têbikoşin û gel rakin ser piyan, wan li Stockholmê Komîteya 25’ê Mijdarê ava kiriye.

Ji Yekîtiya Jinan a Sarayê jî Ferah Bozcalî piştî ku daxwazên xwe diyar kirin, got, di van salên dawî de faşîzm û nîjatperestî geş bûye û bingeha wan jî patrîarkalîzm ango desthilatdariya baviksalar e.

Rêxistinan bang kir da ku 25’ê Mijdarê, roja şemiyê her kes tevlî çalakiyan bibe.

Çalakî bi dirûşma "li dijî şideta baviksalariyê ji bo azadî û wekheviyê’ li Meydana Stockholmê ya Medborgarplatsenê saet 18.00’an wê dest pê bike.

Di nava rêxistinên amadekar de Yekîtiya Jinan a Sara, Meclîsa Jinên Kurd Amara, RONAK, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholmê, Komîteyên Rojava û Dayikên Kurdan jî hene. 



ANF / STOCKHOLM