Di çarçoevya operasyonên qirkirina siyasî de, di 9’ê Kanûna 2016’an de bi îdiaya “Endama rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” Hevşaredara Qereyaziya Erziromê Zeynep Han Bîngol hatibû girtin û derket holê ku Han, bi nicetên skandalî hatiye girtin. 
Parvekirinên civaka medyayî yên Bîngolê ku li dijî girtina girtina parlementerên HDP’î û bi qeyûmana desteserkirina şaredariyan wek bertek parve kiribûn û beşdarbûyîna wê ya merasîma cenazyên YPG’yiyan wek delîlên sûcî hatin.

Her wiha parvekirina Bîngolê ya strana “Porê delala min sor e” ya ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li qenala televîzyonekê strî bû jî wek “Parvekirinên bi mebesta gel derxîne kuçeyan” hat nirxandin û wek delîla sûcî hat hesibandin. 


 ERZIROM