Di şahiya pîrozbahiya cejna Newrozê ya Kantonê Efrînê de, Komên Çiyayê Kurmanc, Koma Şehîd Bercem a Jinan, Koma Peymangehan a Stranan bi stranên xwe gel coşand. Ji stranên ku di şahiyê de hatin xwendin, Straneke bi zimanê Erebî ya li ser federaliyê ya Koma Çiyayê Kurmanc e. Koma Şehîd Welat a dîlanan tabloyên dîlanên taybet bi Kantona Efrîn û Bakurê Kurdistanê pêşkêş kir û bala beşdaran kişand. Her wiha Koma Şano ya Şehîd Yekta jî, şanoyeke girêdana civakê bi berhemên kapîtalîzimê, wekî enternêt û rêzefilman pêşkêş kir.
EFRÎN