
EREM KANSOY/REQA
Li bereya Reqayê roja min a pêşî bû, kozika min a pêşî. Roja tiştên pêşî. Di jiyana min de rojeke taybet bû... Ji bereya derve ber bi ya hundir ve ez gihandim mekanekî şer lê hebû. Ez bi pêlikên avahiyeke bilind ve hilikişiyam jor. Li qatê herî jor ê avahiyê, li şaneşînê 6-7 şervanan bîhna xwe vedida. Di destê yekî ji wan de bêtêlek hebû û tableteke elektronîk, bi lez dida ser hev û dipeyivî. Çavê wî bi min ket, tevî hevalê bi min re yê ji çapemeniya YPG´ê. Pêşî mirûzê xwe kir. Paşê ez bi sedema wê hisiyam û heqê wî bû.
Ew her gavê li çeperan digeriya
Ji roja min Heval Çiya Agir nas kir heta roja şehîd bûyî, min ew timî li çeoerên şer dît. Ew li bereyê bû, kordînasyon û birêxistinkirina komên êrişê karê wî bû, ew pê dadiket. Timî em li rasta hev dihatin. Çend hefteyan jî ji komên çapemeniyê berpirsiyar bû. Wî kordînasyona çapemeniya li bereya wî dixebitî jî girtibû ser milê xwe. Ew li bereyê yek ji xebatkarên herî zêde kar dikir û herî kêm xew dikir bû.
Heval Çiya şer jî dikir, carinan bi sîlehên ku radihişt wan, li çeperên DAIŞ´ê gule û agir direşand. Jixwe, Heval Çiya bi derbên xwe yên stratejîk dihat nasîn. Çiya sîleha doçka pirr baş bi kar dianî. Bi derbên xw eyîn li nuqteyên diyar dixist, ew li bereya Reqayê navdar bûbû.
‘Ez ê destûrê nedim tu li vir bimirî’
Rojekê Şehîd Demhat (Roberd Grodt) mamade bû, ez çûbûm nuqteyeke li bereya pêş. Çiyayê min ew ji kumê wî yê hesîrî nas kir jî li wir bû. Wî got, ‘Tu dîsa hatî bereya pêş, parastina we berpirsiyariyeke giran e, lê belê ez ê destûrê nedim tu li vir bimirî’. Hinekî em ketin rikê hev, lê piştre me hevdu dîsa jî hembêz kir. Tevî hevalê min ê rojnamevan ê ji ANF´ê em qederê saetekê li wir man. Saeteke mişt û tijî. Ji mere stranek got û xwest, piştî ku şehîd bibe, em wê biweşînin.
Ez soza min dayî Heval Çiya digirim. Wekî hevparekî têkoşîna, ji bo ku em bibin layiqê wî, em ê Heval Çiya ji bîr nekin.