Gelê Nisêbînê ji aliyekî ve ji bo parastinê barîkatan datîne ji aliyek ve jî li pey van barîkatan kêlî bi kêlî jiyana azad dihûne. Beguman reng û dengê berxwedanê jî wekî her dem, zarokên Nisêbînê ne. Zarokên Nisêbînê, qadên xwe yên lîstikê jî bi kevirên ku ji barîkatan zêde mane ava dikin. Zarokên li pey barîkatan lîstikên xwe dilîzin her wiha bênavber stranên berxwedanê dibêjin.
Strana ku zarok bi yekdengî dixwînin jî gelek balkêş e. Strana hunermendê nemir Hesen Zîrek a bi navê “Ey Niştiman” a ku ji Kurdî hatî dizîn û wekî straneke netewperest a tirkan bi navê “Ankara’nin Taşina Bak” hatî guherandin, niha li ser zimanê zarokên Nisêbînê ye. Gotinên vê stranê jî rewşa Kurdistanê û êrîşên dagirker bi awayek zelal radixe ber çavan. Stran wisa dibêje: “Ey niştiman, niştimanî ciwan, xakî Ariyan, wetanî Kurdan. Xort dê têkoşin bi ruh û bi can, ta serkeftinê xakî Kurdistan.”
DÎHA/MÊRDÎN