
Suryaniyên ku yek ji gelên herî qedîm ên Mezopotamyayê de di herka dîroka gelê xwe de her tim ji ber bawerî û nasnameya xwe rastî zext û zora desthilatdaran harine û ji erd û warên xwe koç kirine. Delalya Yakup Dêran a 90 salî jî ji ber heman zext û zoran jî yek ji kesayetiyên wî gelê qedîm e. Yakup Dêran a ku berî 70 salan ji gundê xwe Dêra ku li qûntarê Çiyayê Dêra yê bi ser Cizîra Şirnexê ye koçî Dêrika Hemko ya rojavayê Kurdistanê dike, di hiş û bîra xwe de dîrokek diparêze. Piştî ku ciwan û mêrên gund bi zorê dibin leşkeriyê û bavê wê j îli ber çavê wê di îşkenceyan de derbas dikin Delalya Yakup hêj 20 salî mecbûr dimîne ku bikeve ser riya koçberiyê. Şevek nîvê şevê bi awayekî veşarî ji gund dertê û pişta xwe dide war û gundê xwe.
Delalya Yakup a ku bi hesret û dîtina warên xwe li mişxtiyê jiyana xwe derbas dike û ji malbata xwe ev bi tenê sax maye dema ku bihîstiye ku gundê wan di salên 1990'î de hatiye şewitandin careke din xemgîniyeke mezin dijî. Yakup Dêran, her çend gundê wê hatiye şewitandin jî ew wekî nasname navê gundê xwe jî bi navê xwe kiriye û wî dide jiyîn. Delalya Yakup a ku bi Suryanîkî, Kurdî û Tirkî dizane di hiş û bîra xwe de 40 çîrok û destan û nêzî 200 straran hem vedişêre û hem jî diparêze. Delalya Yakup hêj di zarokatiya xwe de destanên Mem û Zîn, Cembelî û hwd li gundê xwe ji Kurdan hîn dibe li Dêrika Hemkoya ku hatiyê jî van çîrok û stranan hem ji zarokên xwe re hem jî ji zarokên der û cîranan re dibêje.
Delalya Yakup anî ziman ku heke ne ji êş û azarên kişandine bûna gundê wan gundekî gelek xweş bûye û wiha axivî: "Gundê me hemû suryanî bûn. Mêr û ciwanan bi zorê dibirin leşkeriyê. Kekê min reviya Sûriyeyê, lê jî dipirsîn. Bi îdiaya ku kekê min qaaçaxgeriyê dike îşkenc li ba vêmin dikirin. Dema ku ez jî ji gund derketim hêj 20 salî bûm. Dêrik wê demê dişibiya gundan. Li vir Kurd, suryanî û Tirkên ji ber zext û zora dewletê rewiyabûn bi cih bibûn." Delalya Yakup destnîşan kir ku ew ji xizm û lêzimên xwe her tim têkildarî gund agahiyan werdigire û wiha axivî: "Dema ku Apoger belavî welat bûn dewlet tê gund û pêkutiyan li gundiyan dike. Delwt dixwaze ku gund were valakirin û ji gundiyan re dibêjin ku hûn ji vir derkevin em ê we rê bikin Ewropayê da ku PKK'î neyên gund. Li gorî ku min agahî wergirtin li gund her tişt xirab bûye bi tenê dêra gund li piayn maye. Dêra Meyra Hena dêreke zexm e û ez dibêm dê tim li piyan bimîne."
Kurdî ji stran û çîrokan hîn bûye
Delal Yakup bi lêv kir ku ew Kurdî ji dengbêjan bi guhrakirina stranên wan hîn bûye û wiha axivî: "Gundiyên me hemû suryanî bûn û me bi suryanîkî diaxivî. Min Kurdî ji Kurdên ku dihatin gundê me hîn bû. Çîrokên herîk evin û xweş ên Kurdan in. Wan deman televizyon tune bû. Em zarok bûn Kurdên Koçer dema ku li gundê me dibûn mêvan dîwana dengbêjan datanîn. Li ser tepsiyan hêjîr, hinar, kizwan û mewij hebûn. Bi saetan çîrok û stran digotin. MIn Kurdî bi saya wan çîrok û stranan hîn bû."
Yakup Dêran anî ziman ku mala wê ji dêrê dûr e û nikare biçe dêrê û bû û wiha axaftina xwe bidawî kir: "Ez diçim mala cîranên xwe yên Kurd û li wir ji wan re stran û çîrokan dibêjim. Ez jî sebra xwe bi wan tînim. Min Kurdî hînî zarokên xwe jî kiriye. Ez dixwazim ku ev şerên li cîhanê bitevahî bidawî bibin. Încîl dibêje ji bo dijminên xwe jî dia bikin. Di dilê me de kîn û nefret tune ye."
DENÎZ TUFAN / DÎHA/DÊRIKA HEMKO