Koma Awazê Çiya rêzeşahiyên xwe yên piştgirya bi Şoreşa Rojava re û silavkirina berxwedan gel, li bajêr û herêmên kantona Cizîrê didomîne.
Di vê çarçoveyê de û bi dirûşmeya ”Bê Rêber APO Jiyan Nabe” şahiyeke li bajarê Hesekê lidar xist.
Şahî li salona Silko ya Taxa Xişman bi amadebûna bi dehan şervanên YPG/YPJ‘ê, partiyên siyasî, endamên Saziyên Civaka Sivîl, bi sedan pêkhateyên bajêr bi rêzgirtinê destpê kir.
Gel Hesekê li ber xwe da
Endama Koma Awazê Çiya Gulan Buhar bi navê endamên hemû endamên koma xwe, berxwedana Hesekê silav kir û got: ”Dijminan gelek caran xwest vîna gelê Hesekê têk bibin, lê bi ked û xwîna şehîdan û berxwedana gel Hesekê nehişt ku pilanên dijminan bi ser bike, armanca me jî ji van şahiyan ew e ku morale gelê bilind bikin û diyar bikin û gelê Kurd li her deverê piştgiriyê dide şoreşa Rojava.”
Gulan her wiha berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmralî de silav kir û anî ziman ku heta azadiya Ocalan ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin. Paşê jî endamên Koma Awazê Çiya daketin ser dikê û staranên xwe yê şoreşgerî xwendin.
Beşdaran jî deng û awazên komê coşiyan û xelekên dîlanan gerandin.
ANHA/HESEKÊ