15. salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê ji aliyê Kurdên li Ewropayê ve bi meş û mîtîngeke mezin bê protestokirin. Ji bo meş û mîtînga ku her sal ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd li Fransayê (FEYKA) ve tê organîzekirin, amadekariyên li bajarê Strasbourgê gihaştin asta dawî. Li welatên cuda yên Ewropayê jî xebatên ji bo beşdariyê bi hemû leza xwe dewam dikin.


Meş paşî jî mîtîng

Serokê FEYKA'yê Mehmet Ulker, Serokê Meclîsa Gel a Strabourgê Hasan Tanel û Berpirsyara Têkiliyên Derve Helene Erîn der barê protestoya 15'ê Sibatê de agahî dan me. Ji bo meşê, girseya gel danê sibê yê roja 15'ê Sibatê li Boulevar de Lyon a li nêzî Gara Trenê ya Navendî (Gare Centrale) ya Strasboûrgê bicive û ji vê derê saet di 11:00´an de dest bi meşê bike. Meş wê di riyeke 3 kîlometreyan de ku Avahiya Şaredariya Strasboûrg jî li heman rêgehê ye dewam bike û li Place Des Vanneauxê jî mîtîng bê lidarxistin. Endama Komîteya Amadekar Helene Erîn da xuyakirin ku wan hemû destûrên pêwîst ji bo meş û mîtîngê wergirtine û amadekariyên din ên teknîkî jî qediyane.
Erîng da zanîn ku di mijara meş û mîtîngê de di serî de France3, ARTE û DNA wan agahî dane gelek saziyên çapemeniyê yên neteweyî û navneteweyî û gelek ji van saziyên çapemeniyê hatine vexwendin.

Dostên Kurdan jî tên

Serokê Giştî yê FEYKA'yê Mehmet Ulker jî tevî Hevserokê Partiya Çep a Fransayê (PG) Jean-Luc Mélenchon û Berpiryarê Giştî yê Rojnameya Humanité wan gelek kesayet û siyasetmedarên Fransî vexwendine. Her wiha gelek partî û saziyên civakî yên sivîl ên mîna Partiya Çep a Alman (Die Linke), rêxistinên Antî-Faşîst, Partiya Komunîst a Fransayê, Kesk-Hawirdorparêz, Tevgera Aştiya Cîhanê, Tevgera Têkoşîna li dijî Nîjadperestiyê, Komeleya Dostaniya bi gelê Kurd re hatine vexwendin.


Ji FEYKA´yê banga tevlîbûnê
Ulker ragihand ku di mîtînga ku gelek siyasetmedar, rewşenbîr û nûnerên saziyên Kurd hatine vexwendin de, ew li bendê ne Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş an jî Gultan Kişanak axaftinekê bike. Serokê FEYKA'yê diyar kir ku gelek hunermend jî wê beşdarî çalakiyê bibin. Serokê FEYKA'yê Mehmet Ulker da xuyakirin ku ji bo beşdariya li meş û mîtînga di 15'ê Sibatê de, li hemû bajarên Ewropayê hemû saziyên Kurd û federasyonên ser bi KCD-E xebateke berfireh dimeşînin û diyar kir ku ew li bendê ne 70 hezar kes beşdar bibin.  Ulker banga tevlîbûnê li tevahiya Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir. 

STRASBOURG