Hevserokê PYD ê Salih Muslim li paytexta Elmanya Berlînê beşdarê paneleke li ser rewşa dawiyê ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bû. Panêl ji aliyê saziya UNA KURD ve li Salona Konferansa Çapameniyê ya li Parlamentoya Federal a Elmanyayê hate lidarxistin. 

Di panelê de li gel Salih Muslim, parlamenterê berê yê partiya Çep a Elman (Die Linke) ê parlamentoya Berlînê Giyasettîn Sayan, nûnerê Rojava yê Elmanyayê Hekmet Îbrahîm, Klaus Faber, Gert Weîsskîrchen, Haske Brahms û Gîtta Conneman beşdar bûn.   Muslim derbarê rewşa dawiyê ya Rojava, Suriye û Rojhelata Navîn de gotareke berfireh pêşkêş kir, piştre bersiva pirsên panelist û yên mêvanan da.

Derewên medyaya Tirk 

Hevserok Muslim di panelê de li ser pirsa ku dewleta Tirk rojane di nûçeyan de behsa kuştina YPG,YPJ Û QSD yiyan dike wiha axivî: “Divê em baş bizanin ku agahdariyên di medyaya Tirk de eger ne sedî sed jî be, sedî nod û neh derew in. medyaya Tirk bi giştî di bin kontrola sultan de ye, ne azad e. Yên Kurdî, yên serbixwe û heta yên CHP ê jî bi giştî girtin. Bi tenê yên guhdariya wan dikin, hiştin. Ji ber wê jî, bûyerên ku niha li herêma Şehba diqewimin, ji aliyê hêzên herêmî ve tên kirin. Ne QSD û YPG ne, di navbera Tirkiye û wan de pevçûn hene. Tirkiye bi balafir, tank û topan ve lêdixe. Ew gotinên ku ewqas PYD, YPG kuştine ne rast in, YPG ne li wir e. Lê eger pêwîst bike QSD jî dê biçe herêmê û pêşwazî li wan bike.

Erdogan demogeg e

Muslim derbarê gotinên Erdogan ku ji bo hevserokên HDP ê gotî bila PYD-YPG bê we xelas bike jî wiha got: Ev gotinên Erdogan demogojî ne. Dixwaze di qalibekê de bide zanîn ku vaye te pişta Rojava girt, ez jî te digirim, lê heqîqet ne wiha ye. Divê em ji bîr nekin ku girtina birêz Demîrtaş û HDP yiyan wek xelekên zencîrekê ye ku ji Şingalê dest pê dike û heta îro tê. Babet û armanc tinekeirina Kurdan e.  

Siyaseta Amerîka naguhere

Muslim derbarê hilbijartinên Amerîka û serkeftina Donald Trump de jî wiha got: “Ez bawer nakim ku di plansaziyên stratejîk yên dewletên wek Amerîka de zû bi zû guherîn çêbin. Eger bandor hebe jî, di warê stratejîk de nabe. Şerê li dijî DAÎŞ û terorîzmê staratejî ye, him ji bo Amerîka û him jî ji bo Ewrûpayê. 

‘Divê alîkariya Rojava bê kirin’

Sîpan îbrahîm jî wiha axivî: Li Rojvayê Kurdistanê ji bo me du xalên gelek girîng hene. A yekê berxwedana bêhempa ya li dijî kevneperestiya olî ye û babeteke herî girîng ya li Rojava jî niha bêtirî 500 hezaran penaber li herêma Rojava xwespartî ne û di nav mercên dijwar de dijîn. Ango li Rojavayê Kurdistanê avakirin çêdibe, şerê erhaviyan jî tê kirin û em penaberan jî xwedî dikin. Lê li dewsa ku alîkariya Rojava bê kirin, ambargoyeke dijwar li dora wê hatiye girêdan. Piştî xweseriya demokratîk li rojava hate avakirin me xwest em li derve jî nûnertiyên xwe ava bikin û me li silêmaniye, rusya, Stockholm, Berlîn, Parîs û li Beneluxê vekirin. Her wisa me xwest em pirekê di navbera Rojava û cîhanê de saz bikin û bibin dengê gelên li Rojava. Bi vebûna van nûnertiyan re têkiliyên me bi hemû partî û saziyên siyasî yên Elman re yên din re jî bi pêş ketin, em hêvî dikin ku di pêş de hîn bêtir xurtir bibe û em rastiya welatê xwe bi cîhanê jî bidin zanîn. Aliyekî din ê rastiyê jî ev e ku bêtirî 100 hezar Rojavayî Elmanya dijîn, ji bo pirs û pirsgirêkên wan û têkiliya wan a bi civaka elman re jî karên me gelek in. bûroya me ya li Berlînê li gel karên diplomatic û siyasî xizmeta alîkariyê ya penaberan jî dike. Em hêviya me jî ew e ku piştî vê berxwedana mezin alîkariya pêwîst bi rojava re were kirin, bi taybet jî vekirina sînoran, koçberî û danûstandina agahiyan de hevkarî bê kirin. 


YEKO ARDIL / BERLIN