Li ser fermana Şengalê, jenosîd û qetliama belangazên Kurdistanê mehek derbaz bû. Bi hezaran Kurdên Êzidî hatin kuştin, bi hezaran qîz û jin hatin rewandin, bi sedhezaran însanên me dest ji war û milkê xwe berdan û xwe awêtin çiya û çolan. Zarok ji tîbûn û birçibûnê mirin. Û sedhezarên Êzidiyên me ji hev û belav bûn. Sibê wê ew wegerin Şengalê, an na, ne diyar e. Ûsa jî jenosidêk din li ser Êzidiyan pêk tê. Wer xûya dike ku di demek gelek nêzik de wê Kurdistan ji Êzidiyan „paqij“ be. Dibe ku Êzdayetî çend dehsalên din li Almanya û Ewropayê bijî. Lê ger wisa berdewam be, wê Êzdayetî li ser xaka pîroz namîne.
Ev mijarek din e. Lê dîsa jî pêwist e, mîrov bêje, armanca cihadîstên îslamist çû serî û pek hat; Şengala pîroz bê xwedî û sêwî ma.
Me got li ser jenosîd û fermana Şengalê mehek derbaz bû. Rast e li hinek senger û cepheyan de pêşmerge û gerilla bi hevra berxwedidin û gelek şûn û war ji çeqelên Dewleta Îslamî hatin paqij kirin. Lê xeter û tehlûke hên jî berteref nebûye û ji holê ranebûye. Şengal û gelek cihên din hên jî di bin destên çeqelan de ne. Û dinya, cîhan temaşeya me dike. Sempatiyek gelek mezin peyda bûye. Çek tên şandin. Erzaq û derman, pêdiviyên jiyanê giran giran digêhêjin Kurdistanê. Hêviya dinya û cîhana ku me temaşe dike, alikariya me dike, dixwaze birînên me derman bike, jî heye. Ev jî hemahengiya hêzên Kurdistanê û stratejiyek yekgirtî ya Kurdistanê ye.
Ger ev hemahengî nebe, stratejiyek yekgirtî û hevbeş pêk neyê, Kurdistan nikare bibe girava aramî û îstiqrarê. Sîstema Rojava, Yekitiya Ewropê û Emerika dizanin ku bê hevgirtinek siyasî ya Kurdistanî, şansa jiyana kêmnetew û kêmolan li Rojhilata Navîn tûneye. Xirîstiyanên Asurî û Sûryanî, Ermeni û Ereb, Êzîdiyên bêxwedî û Elewî îro nebe, wê sibê di bin metirsiyek mezin û xeterek giran de ne.
Wekî din jî Kurdistan ji aliyê enerjiyê de, zêrê reş de, bala cîhanê dikşîne. Tenê li Kurdistana Başûr, bêyî Kerkukê, 45 mîlyar bermîl neft û 5,7 trîlyon metre kûp gaz bala wan dikşîne. Kurdistan niha de ji aliyê neftê de li cihanê cihê nehemîn (9.), ji aliyê gaze de jî cihê heştemîn (8.) digire. Çavên hemû dinayê li ser vê potansiyala mezin ya enerjiyê ye.
Wekî din jî dinya û cîhan dizane ku dema yekpartitî û yekrengiyê derbaz bûye. Wek li çar aliyê cîhanê wê li Kurdistanê jî gelek partî û hêzên siyasî li keleka hev bijîn û jiyana siyasî bixemîlînin. Dinya û cîhan dizane û dibîne ku civaka Kurdistanê hên jî sekûler, wekirî û bi tolerans e.
Li gel PDK, YNK û Goran li Başûr, li gel PKK li Bakûr, li gel PYD li Rojava û li gel PDK-Îran li Rojhilat gelek hêz û partî niha jî hene û wê sibê jî hebin. Lê daxwaz û hevî ev e ku, ew hemû bi cûdatiya dengên xwe di orkestrayekê de cih bigrin û senfoniyek pirdengî, lê bi aheng, meqem û qeide pêk bînin. Bi her roja ku em dereng bimînin, em ê wenda bikin. Ciqas zû û bi lêz, ewqas bi qezenc û biberjewendiya gelê me ye.
Kê bawer dikir ku Emerika li ezmanan, pêşmerge û gerilla li erdê dijî dagirkerên îslamîst bikevin senger û cepheyan? Kê bawer dikir ku Emerika bi Îranê ve rûne û amadebûna rûniştina Esad bikeve rojevê? Wê di mek gelek nêzik de heman tişt li Rojava jî pêk were û Emerika li ezmanan, YPG jî li erdê li dijî DAIŞê şer bikin. Emerika û dewletên Rojava mecbûr in bi PYD û PKK ve rûnin û dest ji bîryar û qerarên berê bikşînin.
Ji me daxwaz û hêvî, gotin û tika, ji rêzdarên siyasî jî kirin û pratîk.
MEMO ŞAHÎN