Çeteyên DAIŞ`ê di nava qonaxa têkçûnê de ne, ev yek jî di stratejiya şerê wan de darîçav e. Taybet ku bi stratejiya şerê wan a par li bajarê Minbicê re bê berhevgirtin.  

Çeteyên DAIŞ`ê şêwazê êrîşkirina xwe guhert û êdî nikarin weke berê şer bikin. Par Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi desteka Hêzên QSD`ê şerekî dijwar li dijî çeteyên DAIŞ`ê meşand û di wan deman de derdora taxên Hezwaniyê, Keclê û çerxereya Cezîrê rizgar kiribûn. Eger mirov stratejiya şerkirina DAIŞ`ê li Minbicê bi bîr bîne û şerê wan li Reqayê bibîne, cudahiyeke mezin dê were ber çavan.


Çete nikarin li ber xwe bidin

Li bajarê Minbicê çeteyan bi hejmareke mezin êrîş dikirin, lê niha xwe bi komên biçûk ku hejmara wan li derdora 3-7 kesan ne, orgenîze dikin û ji du aliyan ve êrîş dikin. Her wiha piraniya wan berê xwe didin xwekuştinê. Çete li hember derbeyên QSD`ê nikarin li ber xwe bidin, lewma bi riya motorsiklêt û erebeyên teqemeniyê dixwaze ji tirsa di hinavên xwe de xelas bibin.


Demên êrîşan jî guherî 

Ev rewşa han a çeteyan, rojên dawî ku li bajarê Kobanê dijîn, tîne bîra mirovanbi taybet jî ew rojên beriya rizgarkirina bajêr ên 26`ê çileya 2015`an. Her wiha dema êrîşkirina çeteyan jî guheriye. Dihat nasîn ku çete piranî di seatên destpêka şevê an jî berbangên sibehê de êrîş dikirin, lê di şerê li bajarê Reqayê de di nîvê rojê de êrîşan pêk tînin, bi vî awayî cihên wan bi hêsanî ji aliyê balafirên keşfê ve tê diyarkirin, ev jî dibe nîşaneyeke din a têkçûnê.


Sivîlan dîl digirin

Li gel bikaranîna erebe, motorsiklêt û doçkeyên teqemeniyê, çete li Reqayê çekên modern ên weke balafirên bombeavêj bi bikar  tînin.

Li Minbicê çeteyan sivîl li cihên xwe dîl digirtin û bi vî şêwazî pêşketina şervanên Meclîsa Minbicê ya Leşkerî asteng dikirin. Lê li bajarê Reqayê li gel şêwazê berê, çete mayînan li pêş deriyê sivîlan bi cih dikin û nahêlin ji mal derkevin, ev yek jî taybet li taxên rojavayê bajêr derdikeve pêşiya şervanan. Lê li taxên başûr û rojhilat bi sedan sivîl dîl girtin û bi xwe re vediguhezînin her cihî û dixwazin bi vî awayî xwe biparêzin.

Dîsa çeteyan berovajî berê, al ji ser hemû navendên xwe daxistine xwarê da ku cihên wan diyarnebin.


EKREM BEREKAT / ANHA/REQA