Hunermendê çînî Ai Weiwei (Ay Weywey tê xwendin) li dinyayê navdar e. Ew bi hunerê xwe balê dikişîne ser mafên mirovan, azadiyan. Li gorî nûçeya di malpera Diyarnameyî de beavkirî, ew rastî êrişa dewletka Çînê hat.
Li paytexta Çînê, Pekînê, studyoya xebatê ya Ai Weiwei heye û ew xebatên xwe yên hunerî li wir dike. Lê 6'ê Tebaxê hin rayedarên hikûmetê hatine û studyoya wî xira kirine. Ai Weiwei ji bo AFP'ê axiviye: "Ketine avahiyê pêşî pencere û derî jêkirine. Ti agahî nedane kesî. Li hundir gelek berhemên hunerî hebûn, lê me nekarî yekê jî jê derxin. Ev karakterê civaka otorîter e. Çi bixwazin, wê dikin û yê ku mecbûr stûyê xwe xar bike jî dîsa tu yî. Heta niha kesî ti agahî nedaye ka çima stutyo xira kirine." Rayedarên Çînê li ser meseleyê ti agahî nedane. Lê Ai Weiwei di ser instagramê re vîdyoya pencereyên hatine parçekirin belav kiribû.
Ai Weiwei ku bi hunerê xwe balê dikişîne ser mafên mirovan par belgefîlmeke hêja li ser koçberan çêkiribû û belav kiribû. Belgefîlma bi navê "Human Flow / Lehiya Mirovan" li ser koçberan çêkiribû. Di salekê de li 23 welatan dîmen kişandibûn û ji wan dîmenan ev belgefîlma hanê çêkiribû.
NAVENDA NÛÇEYAN