Di Newroza 2017´an de polîsekî Tirk li bedana tazî ya Kemal Kurkut gule reşandibûn û ew li wir qetil kiribû. Dewletê qatilê xwe serbest kir. Bi delîleke nû êdî em pê dizanin ku polîsan jî dizanî kuştina Kurkut “ne hewce” bû.
AYDIN ATAY / MA / AMED
Delîlek nû li dosyaya kuştina Xwendekarê Zanîngehe Kemal Korkut zêde bû. Di dîmenên ji maşîna zirxî de derket holê ku dikarîbûn Kurkut bi saxî bin çav bikin. Di axaftina 2 polîsan de, polîsek ji yê din re dibêje “Ne hewce ye em guleyê berdin zilamî.”
Xwendekarê Zanîngeha Înonu, Kemal Kurkut ê 22 salî, ji bo beşdariya şahiya Newrozê di 21’ê Adara 2017’an ji Meletiyê çûbû Amedê. Kurkut di ketina meydana şahiyê de tevî ku bedena wê tazî jî bû, polîsê bi navê Y.Ş. ji pişt ve gule berdayê û ew li meydana Newrozê qetil kir. Di ser kuştina Kurkut re 18 meh derbas bûn. Dema hat qetilkirin, kêlî bi kêlî wêne hatibûn girtin. Dîmenên kamerayê yên ku ji wesayîtên zirxî û avahiyên li derdorê hatin belavkirin, dema qetilkirinê bi awayekî zelal derdixe holê. Heta niha 2 rûniştinên dozê li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê çêbûn. Daxwaza girtina kujerê Kemal Kurkut, polîs Y.Ş. dîsa ji aliyê dadgehê ve hat redkirin. Heyetê rûniştin taloqî 20’ê Îlonê kiribû. Îro wê 3’yemîn rûniştina dozê çêbe. Polîsê kujer hê jî serbest tê darizandin û li ser kar e.
Qatilê dewletê ye serbest e
Serdogzeriya Komarê ya Amedê, têkildarî lêpirsîna Kemal Kurkut gotibû, Kurkutê ku di dest wî de kêr hebûye ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin. Dozger diyar kir ku ji du polîsên îfadeya wan hatiye wergirtin, yek jê serbest hatiye berdan û polîsê din ê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatiye kirin jî, bi şertê venêrîna edlî serbest hatiye berdan. Parlamenterê CHP’ê Sezgin Tanrikulu, têkildarî kuştina Kemal Kurkut pirsname dabû Serokwezîr û xwest bibersivîne. Dîsa parlamentera HDP’ê ya Amedê Sibel Yîgîtalp ji mijar biribû rojeva meclîsê.
Dîmenên 13 saniyeyan li xwe mikurhatin e
Li rapora dosyayê, agahiyeke nû hat zêdekirin. Di dîmenên ji maşîna zirxî de tê dîtin ku dikarin Kurkut binçav bikin û wî ji wir dûr bixin. Lê li şûna vê yekê, gule berdidin wî. Di vê kêliya dîmen de polîsek ji polîsê din re dibêje, “Ne hewce ye em guleyê berdin zilamî.’ Ev dîmen jî wekî delîl li dosyayê hat zêdekirin.
Parêzera Kurkut, Reyhan Yalçindag Baydemir, der barê dîmenê axaftina polîsan de got: “Di dîmenan de jî xuya dibe ku polîs dibêje hewce nake gule berdiyê. Di vî dîmenî de jî xuya dibe ku polîs Y.Ş. Kemal bi zanebûn kuştiye. Hevalê polîsê bersûc Y.Ş. jî di dîmen de diyar dike ku pêwistî bi berdana guleyê tine. Dibêje, kuştina Kurkut ne hewce ye. “