Pisporên Meclîsa Elman di warê hiqûqa mafê mirovan, hiqûqa penaberan û hiqûqa dagirkirinê de li plana dewleta Tirk qirkirina etnîk a li Rojava nihêrî û got, ev plan di hersê wan de jî sûc e.

 Partiya Çep, hikûmeta Merkel hişyar kir da ku destekê nede plana Erdogan a qirkirina etnîk a Kurdan li Rojava û heger destekê bide jî ew ê bi alîkarê sûcekî dema şer ê bi destê dewleta Tirk.

Hikûmeta Elmanyayê Federal a bi serokwezîriya Angela Merkel, ji ser daxwaza dewleta Tirk a destekirina “Herêma Ewle” ya Tirk li rêyên destekkirina sûcê di dema şer de digere. Pisporên Meclîsa Federal a Elman li ser vê herêma dagirkeriya qirker a dewleta Tirk a ku dewleta Tirk navê “Herêma Ewle” lê dike raporek amade kir û ew da Merkelê.

Di raporê de ji vê devera dewleta Tirk a dagirker navê “herêma ewle” lê dike, “herêmên dagirkirî” tê gotin. Pisporên meclîsa Elman bi raporê li bersiva wê yekê geriyane, ka gelo li van deveran bicihkirina penaberan li gorî hiqûqa navneteweyî yan na.

Li gorê raporê, heger Tirkiye weke dixwaze milyonek kesî li herêmên dagirkirî bi cih bike, ev ê bibe “dersînorkirina girseyî” û ev jî tenê bi şertekî di hiqûqa navneteweyî de tê qebûlkirin: Heger ev penaber “Tehlûkeyeke cidî a ji bo ewlekarî û hebûna dewletê” bin. Lê ev argûmana hanê bê qebûlkirin jî li gorî raporê Tirkiye divê ewlekariya penaberan misoger bike, misoger bike ku muameleya neistîsnayî wê bi wan re neyê kirin. Piştî vê jî rapor dibêje, lê li deverên “Tirkiyeyê dagir kirine” tehlûkeya heyatî ya li dijî penaberên bi darê zorê bên vegerandin heye.

Raporê xwe neda ber nirxandinan

Daîreya Meclîsa Federal a Xizmetên Zanistî, îşaret bi pirsgirêkên hiqûqî kir, lê ti nirxandina li ser wê yekê nekir, ka ev plana dewleta Tirk a bicihkirina penaberan li deverên dagirkirî bi xwe li dijî hiqûqê ye yan na. Di vî warî de tenê îşaret bi raporeke berê ya heman meqamî hat kirin. Di vê rapora piştî dagirkeriya dewleta Tirk a 9ʼê Cotmeha 2019ʼan de hat amadekirin, daîreyê ev tesbîtên li jêr kiribûn:

“Dagirkirinek […] û avakirina ‘herêmeke ewleʼ ya heta bi 30 kîlometroyan xwe berdide [nav erdên Sûrî] - ku ji ber hejmarên penaberan ên şeşreqemî [...] esas awayekî ‘cihguhertina şêniyanʼ (ya rastî ‘paqijiyeke etnîk a kemberekêʼ) li herêmên Bakurê Sûriyê yên Kurdan bi xwe re tîne û yan jî dibe sedema wê bi bicihkirina penaberên Sûrî li herêmên dagirkirî - ji wan tedbîrên ji bo bergiriyê lazim in û wêde diçe. Li gorî hiqûqa elaqedarî dagirkirinê, her awayê cihguhertina mirovên parastî li deverên dagirkirî qedexe ye. (Her wiha binihêrin li Benda 49ʼan a Xala 4´an a Peymana Cenevreyê ya sala 1949ʼan).

Lê di dawiyê de rapor dibêje, ew hîna tam nizanin plana dewleta Tirk çi ye û ji ber wê di warê hiqûqa mafê mirovan de ew ê nirxandineke nîhayî nekin.

Merkelê gotibû dibe ku ew destekê bide

Serokwezîra Elman bi xwe berê îşaret pê kiribû ku dibe ku ew bi şert destekê bide planên dewleta Tirk. Wê gotibû, heger Komîseriya Bilind a Koçeberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) qebûl bike û bibêje, komek penaber, belkî yên ji wê herêmê reviyabin Tirkiyeyê bi xwe mirov dikare vegerîne, hingê em ê tevî UNHCRʼê destekê bidin vê.”

Mixalefetê hişyar kir

Partiyên mixalefetê li Elmanyayê li ber plana dewleta Tirk radibin û zexta xwe ya li dijî hikûmeta Merkelê zêde dike da ku destekê nede vê planê. Parlamentera partiya Çep Hêlîn Evrîm Sommer ji bo rapora pisporên meclisê got, “Rapor piştrast dike ku plana Erdogan norm û pîvanên bi hiqûqa mafê mirovan, ya penaberan û ya dagirkirinê qebûl bûyî ne, binpê dike. Heger hikûmeta Elman destekê bide vê planê ku sûcekî di şer de ye ku pê nifûsa Kurd ji cihê xwe tê kirin, hingê jî wê sûcê alîkariya vî sûcî kiribe.”

Li ser navê Civaka Kurd a Elmanyayê jî nerazîbûna ji vê planê hat îfadekirin. Alîkarê serokê komeleyê Mehmet Tanrıverdi got,  “Divê hikûmeta federal vê daxwaze dewleta Tirk red bike.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN