RONÎ RIHA / CENEVRE

Dewleta Tirk di êrişên xwe yên dagirkeriya qirker ên ku 9ʼê Cotmeha 2019ʼan li dijî Serêkaniyê û Girê Spî dest pê kiribû, sîlehên kîmyewî bi kar anîbûn. Înstîtûya Lêkolînê ya Wessling a navenda wê li Swîsreyê, ev sûcê dewleta tirk ê di şerê dagirkeriyê de bi belge îsbat kir. Di encama vê delîlê de şirketa ‘bafobʼê raporeke berfireh amade kir. Dr. Abass Mansoura jî da zanîn ku wan ev belgeyên sûcê dewleta Tirk ê di şer de daye Rêxistina Qedexekirina Sîlehên Kîmyewî (OPCW) û rayedarên neteweyên Yekbûyî (NY) û xwest tavilê di vî warî de gav bê avêtin.

Yanî êdî belgekirî ye ku dewleta Tirk di êrişên xwe yên dagirkeriya qirker de sîlehên kîmyewî bi kar anîne. Dr. Abbas Mansoura beriya çendekê li Parîsê û piştre li Cenevreyê civînên çapemeniyê li dar xistin û ev sûcên dewleta Tirk ên di şer de teşhîr kirin.

   

Madeyên kîmyewî hatine bikaranîn

Înstîtiya Lêkolînê Wesslingê, nimûneyeke ji birîneke li ser laşê şervanekî QSD´ê yê birîndar lêkolîn kiriye. Di encama lêkolînê de şirketa şêwr, analîz û lêkolîn li ser medeyên zerarker a bi navê ‘bafobʼê raporeke çar rûpelî amade kir. Li gorî raporê Artêşa Tirk a dagirker di êrişa xwe ya dagirkeriya qirker  li dijî Rojavayê Kurdistanê de sîlehên kîmyewî (reaktîfên fosforê) bi kar anîne.

Di destpêka raporê de tê gotin, jixwe wan li labaratuwarê li vê nimûneyê kolaye ji bo ku tesbît bikin ka sîlehên kîmyewî hatine bikaranîn yan na. Rapor wiha dewam dike: “Bi vê armancê ji şervanekî birîndar ê ku reaktîfên kîmyewî tesîr lê kiribûn, nimûne hatiye girtin û di warê hebûna fosforê de li ser vê nimûneyê lêkolîn kir.” Di dawiya raporê de jî weke encam hatiye gotin, “Di nimûneya analîza wê kirî de ji fosfora ku diviyabû li cem mirovekî normal hebe (kêmtir ji 2 mg/l) gelekî zêdetir fosfor hat tesbîtkirin (17 mg/l). Hem pir zêdebûna mîqdara fosforê ya di nimûneyê de û hem jî reng û awayê birînê (şewatên kîmyewî) nîşan didin ku fosfor hatiye bikaranîn.”

Delîl jî li cihê dagirkirî ne

Dr. Mansoura da zanîn ku wan ev belge daye OPCW û rayedarên NY´yê û piştre got, “Min şahidî li bûyeran hemûyan kir. Min birîndar hemû bi destên xwe derman kirin û madeyên kîmyewî belge kirin. Heger derfeta me hebûya ku em lêkolînê li erda ev sîleh lê hatin bikaranîn bikira, wê li cihêcih jî delîlên muhim hebûna. Sîlehên bi vî rengî herî zêde li erda lê dikevin tesbît dibin. Lê mixabin, Tirkiyeyê niha ew erd dagir kirine. Delîlên me ji birîndaran û ji cenazeyan hatine girtin.”

Dr. Mansoura wekî din dide zanîn ku gelek sazî û labaratuwar ji ber zexta dewleta Tirk yan giran tevdigerin, yan jî xwe nadin ber dana bersiveke fermî. Wî wekî din eşkere kir ku dewleta Tirk ji bilî fosforê jî, sîlehên kîmyewî yên komplîke bi kar anîne: “Me tesbît kir ku dewleta Tirk hin sîlehên hîna me tê dernexistiye tam çi ne, bikar anîne û di hinan ji van sîlehan de jî madeyên kanserojen me tesbît kirin.” Li ser girînngiya raporê jî Dr. Abbas Mansoura got, êdî ev ne îdîa ye, lê rastiye ku dewleta Tirk sîlehên kemyewî bi kar anîne û di şer de sûc kiriye. Ji ber vê jî wî xwest dewleta Tirk bê dadgehkirin.