Kovara heftane ya Emerîkî Newsweekê doh dosyayeke berfireh li ser bikaranîna sîlehên kîmyewî bi destê artêşa Tirk re veqetand. Kovarê cih da 10 wêneyan û got, “Tirkiye bi bikaranîna sîlehên qedexe li Sûriyê tê gunehbarkirin û ev wêne dibe ku delîlê vê yekê bin.”

Newsweekê bi bîr xist ku gunehbariyên li dijî Tirkiyeyê zêde dibin û wêneyên gihiştine ber destê wan jî muhtemelen delîlên bi karanîna bombeyên bi fosfora spî ne. Em li jêr çendekan ji van wêneyan û şiroveya rojnamevana Danîmarkî ya wêne girtî Thea Pedersen, bi we xwînerên me re parve dikin.

 

   

Bijîşk Abu Hossan ji bo şewatên li ser laşê Malek Saad Maash ê 23 salî dibêje, ji ber van şewatên taybet, em dikarin di encamê de bibêjin, ew ne birînên normal ên şerî ne ku ji şerapnelan yan jî tiştên din çêbin. Ev şewatên xwerû yên çermî ne.

   

Kurekî ciwan bi zorê dikare xwe tev bide, ji ber birînên li ser rû û milên xwe. Êrişa hewayî, pirraniya çermê gewda wî û rûyê vî mêrê ciwan tine kiriye. Ew sewqî Nexweşxaneya Gel a Hesekê kirine ji ber şewatên ku dibêjin ji ber madeyên kîmyewî ye.

   

Beriya bi du rojan (niha sisê ne) şervanê YPG´ê Elî Şêx ê 21 salî di encama êrişeke hewayî de birîndar bû li bereya Serêkaniyê. Wî li Dêre Zorê jî şerê DAIŞ´ê kiriye û tevî ku niha bi milekî ye, û li ser laşê wî gelek şewat hene, dibêje, hema ku karibe, ew ê li dijî artêşa Tirk dîsa rahêje sîlehê.

   

Bijîşkê Nexweşxaneya Rehma ya Qamişloyê yê 51 salî ji bo Ehmer Ehmed ê 19 salî yê ku bi giranî şewitiye dibêje, bi fikra min, hinek madeyên ecêb di vê êrişê de hatine bikaranîn. Lê tenê du pisporên me yên şewatê hene û pispor lazim in da ku bibêjin ka ev tam çi ye.

      NAVENDANÛÇEYAN