SERKAN DEMÎREL / CENEVRE

Dozgera berê ya DCN Del Ponte diyar kir ku Tirkiyeyê li Sûriyeyê sûcê şer kiriye û got, ji bo darizandinê pêwîstî bi destûra Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî KENY heye. Del Ponte pratîka Neteweyên Yekbûyî NY a der barê Sûriyeyê de rexne kir û got, “Serketin nîne, xiyanet û sûcê şer ê li dijî Kurdan heye.”

Del Ponto bi bîr xist ku piştî wezîfeya 5 salan a li nava Komîsyona Lêpirsînê ya Sûriyeyê ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî, wê ji ber du sedeman îstifa kiriye û got, “Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ji bo lêpirsîna sûcên şer ên li Sûriyeyê dadgeheke navneteweyî ava nekir.

Sedema duyemîn jî; Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Sûriyeyê ji bo eşkerekirina sûcên li Sûriyeyê tên kirin di destpêkê de girîng bû, lê belê piştre bi ser sûcan ve neçû. Lewma hebûna vê komîsyonê ji bo min bêwate bû û min jî ji bo şermezarkirina vê yekê îstifa kir.”

Del Ponte anî ziman ku dewleta Tirk û Erdogan li Sûriyeyê sûcê şer dikin û got, “Tevî hin koman xaka Sûriyeyê dagir dike. Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûc dike. Der barê vê de divê lêpirsînek hebe, lê mixabin heta niha tiştek nehatiye kirin.”

Der barê nevexwendina Kurdan a ji bo civînên Cenevreyê Del Ponte got, “Ez nizanim ku çima Kurd nehatin vexwendin, min hîn fêhm nekiriye. Divê Kurd ji bo van hevdîtinan bên vexwendin û di hevdîtinan de çalak bin. Kurdan tevî DYE’yê bi rengekî çalak li dijî DAÎŞ’ê têkoşiyan.