Kurd her çiqas ji her hêlan ve pêşketinên dîrokî bijîn û destketiyên mayînde bi dest bixin jî, wer xuya ye ku ji bo jiyaneke aram û azad hên rêyeke pir dûr û dirêj li pêşiya wan e. Rewşa her çar beşên Kurdistanê û pêşketinên li Rojhilata Navîn bi giştî, Kurdan ji her hêlan ve mecbûrî hestyarî û dilzîzbûnê dike.

Êrîşa DAÎŞê ya dawî ya li Qamişloyê û kuştina bi dehan însanên me, cidiyeta pêvajoyê careke din bi bedêlekî pir giran radixe ber çavan. Her wiha mirov dikane zêdebûna hejmara şehîdên di êrîşên dewleta Tirk ên ji 24’ê Tîrmeha sala çûyî heta niha li bakurê Kurdistanê dewam dikin de jî, helbet li gel bi hovîtiya dewletê, bi helwesta bêhayî ya Kurdan ve jî girê bide…

Rast e; dijminê Kurdan hov in û hovîtiya wan gereke were lanetkirin, lê ev yek divê bêhayî û xemsariya Kurdan a li hemberî rewşa heyî ya awarte nede paşguhkirin. Wer xuya ye ku em şûjina di çavê xwe de nabînin, lê bi derziya çavê xelkê ve mijûl in…

Kurd, bi taybetî jî yên li Rojava, li herêmên ku xweserî rêxistinî kirine jî hên ne azad û di aramiyê de ne! Ji ber vê yekê; ewlehî û parastina xelkê û ya jiyanê ji bo rêveberiyên herêman û xelkê li wir, gereke wek rojeva sereke were bi dest hildan. Pêkhateyên dawî diyar dikin ku di bi giştî dîtina tabloyê rewşa heyî de kêmasî û normaldîtinek heye.

Kurd serên xwe bi ji halê xwe bêtir, bi pêkhateyên li derdorê re diêşînin. Van rojên dawî, çavên wan bi taybetî li ser darbeyên leşkerî û sivîl yên desthilatdarên Tirk û pêşketinên pêve girêdayî ye. Kurd li desthilatdarên Tirk û rewşa siyasî ya Tirkiyê temaşe dikin, lê berovajî vê yekê desthilatdarên Tirk û çeteyên wan li Bakur û Rojava bi êrîş û organîzekirina dek dolabên li serê Kurdan ve mijûl in. Dema ku Kurd çarenûsa Erdogan temaşe dikin, arteşa Tirk û çeteyên girêdayî Erdogan di nava êrîş û hewildana komkujiyên li dijî Kurdan de ne…

Kurd her ku nêzikî xwedîbûna statûyekî siyasî û rêveberiyên xweser dibin, barê rêxistin û rêveberiyên Kurdan hên girantir dibe. Hinek Kurd bahsa avakirina dewletê dikin, hinek rêveberiyên xweser ava dikin û lê Kurd bi giştî her roj bi êrîşên hovane re rû bi rûne. Ev rastî wana mecbûrî gorî vê rewşê rêxistinîbûnê û hewildanê dike…

Dewleta Tirk, DAÎŞ û hwd. dewlet û hêzên ku hebûn û vîna Kurdan ji xwe re wek pirsgirêk dibînin, gişt bi xwe jî di nava pirsgirêkên giran de ne. Li Tirkiyê piştî darbeya leşkerî niha jî darbeyeke sivîl li dar e. Di her saziyên dewletê de operasyonên ‘pakkirinê‘ yên ji bo ‘sultantiya Erdogan‘ tê meşandin. Mixê dewletê ji şûnê derketiye û ji îro şûnde saziyên rejîmê wê ji nû ve hevdu bigirin, an na; ne diyar e. Erdogan, li gel AKPê, partiyên din ên rejîmê; CHP û MHP jî girtiye dora xwe û çapemenî û dengên muxalîf gişt bêdeng kiriye; lê dîsa jî ne rehet e. DAÎŞ jî her roj parçeyeke axa herêmên di destê xwe de, wenda dike û bi taybetî jî li hember hêzên Kurdî têk diçe. Eniya Nûsra ya ku bi piştgiriya Tirkiyê li Sûriyê li ser pê ye, li hember rejîma Sûriyê hatiye dorpêçkirin. 

Lê him dewleta Tirk a bi rêveberiya Erdogan û him jî DAÎŞ û Nûsra hewildidin ku rewşa xwe ya xitimî, bi êrîşên dengbilind ên li dijî Kurdan ve vedişêrin. Wer xuya ye; ku him li Rojava û him jî li Bakur, ji îro şûnde jî ew ê hewil bidin ku êrîşên mezin li dijî Kurdan pêk bînin. Ji ber vê yekê gereke Kurd hên zêdetir hişyar bin. Helbet Kurd wê bi ser kevin, lê divê êdî bedêl hên girantir nebe!..