
MEDÎNE MAMEDOGLU/ JINNEWS / MÊRDÎN
Şukran Aydogan bi armanca balê bikişîne ser şîdeta li dijî jinê û îstîsmara cinsî, pêşangeha bûkikên pêlîstok vekir û got: “Huner çekeke xurt e. Min tercîh kir bi çeka xwe ya hunerî têbikoşim. Ez bi taybetî dixwazim der barê îstîsmarê de xebatan bimeşînim.”
Şukran Aydogan xwedî Lîsansa Bilind a Fakulteya Hunerên Bedew e. Ew bi armanca ku balê bikişîne ser şîdeta li dijî jinê, pêşangeha bûkikên pêlîstok vedike. Şukranê heta niha li Riha, Mêrdîn, Zonguldak û Amedê pêşangeh vekirine û diyar dike ku ew dixwaze hestiyariyê di biwara mijarê de ava bike.
Şukranê dibêje, ew ji hev qut ranahêje pirsgirêkên jinan û wiha dipeyive: “Min bi pêşangeha xwe rahişt şîdeta li dijî jinê. Ez di pêşangehên xwe de balê dikişinîm ser îstîsmara cinsî. Ez van di xebatên xwe de bi giştî digirim dest. Xebatên pêşangehê zehmet in. Lê min ev pêşangeh bi tena serê xwe vekir. Şukran dide xuyakirin ku ew dixwaze tiştên cuda bike û ev xebat jî der barê jinan de ne.