Dewletek Osmanî ya nexweş careke din dixwaze bi dagirkerî û qirkirina gelan laşê xwe yê mirî ji gorê rabike û zindî bike. Dixwaze binketina xwe ya li dijî vîna gelan bi taybet vîna gelê Kurd bi leşkerkêşiyên nû û xistina wan a di bin xilafeta xwe de, dermanekî ji nexweşiya xwe ya kotîbûnê re peyda bike. Dewleta nexweş a Osmanî îro di bin navê şerê bi terorê re li pey qirkirin û fetihkirina tevahiya Rojhilata Navîn e. Vê yekê mixabin bi destê Kurdan li dijî Kurdan dike. Kurdan bi Kurdan dide kuştin. Li Bakurê Kurdistanê careke din pergala cerdevaniyê bi taybet li herêma Zagrosê û di şerê li Ertûşê de gelek bikar anî û bikar tîne. Ji bo fetihkirina Kurdistanê, xwe dispêre paşverûtî û xeta xiyanetê li her çar parçeyên Kurdistanê. Li Zagrosan bê cerdevanan nikarin di bejahiyê de bi pêşde biçin. Jixwe tevgerek nû ya operasyona derveyî sînor li ser sînorê gundên Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin. Armanc dîsa dagirkirina Zapê û êrîşa li ser herêmên parastina Medya ye. Dewleta Osmanî ya nexweş, bêguman artêşek nexweş û jihevketî jî di nava xwe de dihewîne. Artêşa ku hemû li beranberî hevdu bêbawer in û destê wan li ser maşeyê ka kê destpêkê kê bikuje û kê serê kê jê bike. Artêşa sultanê nexweş ê Osmaniyan, Tayp Erdogan ji bo binketina xwe veşêre, xwe avête ber bextê DAIŞ’ê û li Cerablusê şûna xwe bi wan re guhert. Çawa ku çeteyan bixwe îtiraf kirin ku tenê rihê xwe jêkirine û ewqas, heman tas û heman hemam.
Ya rast derxistina bi lez û bez a tezkereya derveyî sînor ji bo Başûrê Kurdistanê ji bo vê yekê ye ku; Hikûmeta Iraqê bi ti awayî hebûna hêzên Tirk li ser ser xaka xwe qebûl nake û jixwe parlamentoya Iraqê di dîroka xwe de yek ji deng da biryarek herî rast. Parlamentoyê bi vê helwesta xwe, her çend hêzên din jî li piştê hebin lê dîsa jî pehînek li zêdegaviyên Osmaniyan da. Di rewşek wiha de ku pîlanên Cerablusê hêdî hêdî wateya xwe wenda dike, Mûsil di rojevê de ye. Tirk dixwazin bi kirasê Barzanî û Heşd Niştîmanî, hêzên Tirkmen ên Telefer Mûsilê ji çeteyên DAIŞ’ê bistînin, çawa ku da wan. Êdî ji bo her kesî wek roja ronî îspat bûye ku van hêzan Mûsil radestî çeteyên DAIŞ’ê kirin. Iraq jî êdî baş dizane bê PKK nikare gavekî di Mûsilê de pêşde biçe, ji bo wê jî neçar e Tirkan bide sekinandin ji bo ku astengiyan li pêşiya PKK dernexe. Îja dema Barzanî û dewleta Tirk vê rewşa ku hêvî nedikirin dibînin, êdî dixwazin hêza PKK li Başûr parçe bikin. Ji bo wê bi lez û bez bi hezaran hêzên xwe li ser sînorê Başûrê Kurdistanê kom kiriye û dixwaze bikeve xaka Başûr. Ji aliyê din ve pîlanek gelekî qirêj li Şengalê heye. Dixwazin PKK’ê li Şengalê neçarî şerê birakujî bikin. Êdî ez bixwe ji şerê bi PDK’ê re nabêjim şerê birakujî, birayê ku xwe firotibe dijminê xwe, xayîn û bêbext be li dijî gel û dîroka xwe, bersiva pêwîst heq kiriye êdî!
PDK bi hevkariya bi MIT’a Tirkan re dixwaze eşîrên mezin û bi nav û deng ên Şengalê li dijî PKK sor bikin û dîsa bi destê wan şer bidin destpêkirin. Jixwe dema ku pîlana fermanê jî dariştibûn, di serî de rê dane DAIŞ’ê ku wan eşîran ji fermanê re derbas bikin. Gundê Koço mînaka herî ber biçav a vê rastiyê ye. Ji wê gundê bi qasî tiliyên destan xelkê me yê Êzîdî mane. Îja piştî ku vîna gel şikandin, niha jî dixwazin wan bi rêbazên cur bi cur ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin. Sultanê Osmanî yê nexweş, wek ku çeteyên wê têrê neke îja bixwe dixwaze careke din bi PDK’ê re Şengalê dagir bikin û Êzîdiyan ji komkujiyek din re derbas bikin.
Tirk dixwazin li Şengalê Kurdan bi Kurdan bidin kuştin. Di civîna ku Qasim Şeşo li Şerfedîn bi Êzîdiyan re çêkir jî ji wan re wiha dibêje; Hûn Êzîdî ne, PKK dixwaze we bike Kurd! Li ser nakokiyên olî dixwazin Kurdên me yên Êzîdî ji rastiya wan dûr bixin û careke din bê parastin bihêlin û zemînê tinekirina wan a ji kokê ve amade bikin. Xulase sultanê nexweş ê Osmanî dixwaze binketina xwe ya li Bakur, bi hêza xwe ya leşkerî ku binketî ye, serketî nîşan bide. Bibore sultan! Tu ji mêj ve bi kotîbûnê ketî, rêya vegerê nîne, tuyê di bîra ku te kolaye de bifetisî!