Rojnamevan Cindy Lange-Kubick quncika xwe ya di rojnameya Journalstarê de vê hefteyê ji Şlovan Salih re veqetandiye û wî weke sensasyona medya civakî ya Kurd bi nav dike.

Kevne menejerê Şlovan, Cheri Howard dibêje, “Ez jê re dibîjim, Elvisê Kurd. Ez dibînim vîdeoyên wî yên kurt (Vine) digihîjin civakeke firehtir a global min heyranî xwe dihêle.”


Bi zimanê xwe henek

Herçî Şlovan e 23 salî ye, wî beriya bi çend salan li dest bi amadekirina “vine”an kiriye: “Min bi zimanên din li wan vîdeoyên pêkenok temaşe dikir, û min bi zimanê xwe peyde nedikirin.” Di encamê de wî xwe da ber vî karî û wî vîdeoyeke henekan a kurt çêkir. 

Di vê vîdyoyê de wî xwe çibihand bavekî Kurd û bi qêrîn bi ser kurê xwe de hildibû. Xwîşka wî jî ev dîmen qeyd kir. Paşê li Instagramê bar kir. Ev vîdeo di demeke kurt de belav dibe û li binê 400 şîrove tên nivîsîn, gelek ji wan dibêjin “ji bo Xwedê, bavê min jî eynî wisa ye.”

Paşê Şlovan vîdeoyên nû çêkirin; û îro navdar e li ser Instagram û Facebookê: 184 hezar kes li ser Intagramê wî dişopînin, 177 hezar kes li ser Facebookê. Vîdeoyên wî jî heta niha bi giştî 100 milyon carî hatine temaşekirin.

Ev navdarî ji bo Şlovan ne tiştekî ew li bendê bûye: “Ecêbek e, min qet ev hîvî nedikir.” Hevalekî wî yê ji malbatê jî dibêeje, li Başûrê Kurdistanê mirov gelekî hez li Şlovan dikin, ji ber ku “ew komedyenekî pirr baş e, ew hema mirovekî kêfoyî ye, xweş e mirov li dora wî be.” 

Şlovan Saleh tevî malbata xwe sala 2001´ê koçberî Îngilistanê bûye. Bavê wî yek ji girtiyên siyasî yên serdema Sedam Hiseyn bûye. Çlovan vîdeoyên xwe weke “hinek henek tevî gelek rastî” terîf dike. Şlovan heta niha pereyan bi dest naxe bi vîdeoyên xwe, lê belê dibêje, “Xewna min e, ez vê heger mumkin be veguherînim kariyereke tam wext. Lê ji wê jî girîngtir e ku ez di demên zehmet de mirovan bikenînim.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN