LEZGÎN AKDENÎZ / MA/AMED

Kevirên sûrên Amedê tên dizîn û firotin. Avahîsaz Arîf Îpek, got, heger tevdîr neyên girtin wê texrîbata li sûran mezin bibe.

Sûrên Amedê ku hin dîwarên wê ji ber bêxwedîtiyê hindik mane hilweşin, li hêla Deriyê Mêrdîn jî hat dîtin ku hin kevirên sûran hatine rakirin. Her wiha hin kevirên li ser wan wêne hene jî ji cih xwe hatine leqandin. Tê diyarkirin ku kevirên sûran tên firotin.

Selîm Çanak ku çayxaneya wî nêzî sûra ye, diyar kir ku bi şev gelek kes tên ber sûran, lê belê gava dibe biroj kevir ne li cihên xwe ne. Çanak, destnîşan kir ku ji zû de kevirên sûran tên dizîn lê belê niha jî kevirên li ser wan şikil û sembol hene hatine derxistin.

Avahîsaz Arîf Îpek jî diyar kir ku kevir ne ji ber rûxînê ji cih derketine, ji cihên hatine derxistin kifş e ku ev kevir bi zanebûnî tên derxistin û got: "Ji şopên wan jî diyar e ku mirov dibê qey hatine sîparîşkirin û paşê hatine derxistin."