Hevreyên Jakob Riemer (Şiyar Gabar) li Berlînê li ser dîwarekî sûretê wî çêkirin. Riemer di 9’ê Hezîran a 2018 de di encama êrîşeke hewayî ya Tirk de weke gerîlayekî Hêzên Parastina Gel şehîd bûbû.

Li Hamburgê jî navê meydana Hein-Köllisch-Platz’ê temsîlî ji bo rojekê weke Meydana Jakob/Şiyar hatibû binavkirin û pankarteke ji bo bibîranînê pê ve hatibû kirin. Li Tatort Kurdistan Café merasîmeke bibîranînê pêk hatibû.

Li Berlînê aktîvîstên Komîteya Berxwedanê bi minasebeta roja şehîdbûna wî ji bo wî bibîrbînin wêneyê wî li ser dîwarekî neqişandin.

BERLÎN