Bersom, bal kişand ser xweseriya kantona Cizîrê ya dewlemendiya çandî û dazanîn ku ançax bi hevpeymanêk weke vê hevpeymana civakî ya demokratîk a ku bi îrada gelê herêmê hatiyê amadekirin dikare bibe bersivek ji bo dewlemendiyêk bi vî rengî û got: “ Tu herêm weke herêma Cizîrê ji aliyê çandan de ne dewlemende, ji ber wê yekê tu zagonên ji bo gelên din hatibûn amadekirin jêre nabin bersiv ji bo vê diviya bû ku li gorî dewlemendiya herêmê hevpeymanek bi îrada gelê herêmê heba.”
‘Hevpeyman gaveke dîkorî ye’
Bersom diyar kir ku raxmî ku gelên kurd û Sûryan nîştecîhên kevnar ên herêmên e, zimanê wan li ber tune bûnê bûn, lê bi biryara ku zimanê fermî kurdî, Sûryanî û erbî ye wê ev gelana ji nû ve bigêhêjin cîhê ku heq dikin.
Bersom destnîşan kir ku bi kota ji sedî 40 a zayend rê li pêşiya tevlê bûna jinê ya azad û demokratîk di hemû qadên civakî yên weke aborî, siyaset û rexistinî vedike, ev yek gaveke girîng û demokratîk e.
Bersom anî ziman ku di dîrokê de gelê Sûryan gelek zilm dîtiye û tim ji aliyê dewleta Tirk, Sûriyê û Iraqê de tune hatine hesbandin û mafê wan nahatiye dayîn. Bersom diyar kir ku di dîroka nêz a herêmê de gelê Sûryanî di tu zagonan de nehatine naskirin û ev yekem care ku Sûryan bi fermî di hevpeymanekê de tên qebûl kirin. Ji ber vê ji bo Sûryaniyan û gelê herêmê ev hevpeyman gavek dîrokî ye.
Bersom anî ziman ku gelê Sûryanî bi erênî hevpeymana civakî pêşwazî kiriye û bi gava duyem a sazkirina Meclîsa Rêvberiya Demî wê gavên pratîkî yên weke aborî, ewlehî, qanûnî ûhw bêne avêtîn. Wê ev gavên pratîk vegere bawerî û jiyanek hevbeş a gelên herêmê.
ANHA/QAMIŞLO