Di organa weşanê ya Federasyona Rojnamevanên Swêdê “Joûrnalîsten” de pêr gotarek hat weşandin û gotarê de bêhsa rojnamegerê Kurd Kamran Mîrzaîan dihat kirin.
Mîrzaîan, ku demeke dirêj di nava refên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li dijî rejîma Îranê têkoşiya, di sala 2014’an de hat Swêdê û daxwaza penaberiya siyasî kir. Lê belê ji ber ku ev daxwaza wî ji aliyê Daîreya Koçberiyê ve hat redkirin, serî li Dadgeha Koçberiyê da.
Îran nikare bi karê wî bihese!
Dadgeha Koçberiyê mijar nirxand û bi hinceta ku Mîrzaîan di 30’ê Tebaxê de nekariye li ser nasnameya xwe belgeyê pêşkêş bike û rejîma Îranê nikare bi karê wî yê li Newroz TV bihese, daxwaza Mîrzaîan red kir.
Mîrzaîan ji rojnameya Joûrnalîsten re axivî û got, “Ez dixwazim bi zimanê xwe, li ser çanda xwe binivîsînim, hevpeyvînan bikim. Lê belê nikarim li Îranê van bikim. Weke Kurdekî li Îranê ti mafekî min nîne. Bi hêviya ku welatekî demokratîk e, ez ji dîktatorî û zextan reviyam û min xwe li vir girt. Lê belê bi vê biryarê re hêviyên min şikestin.” Mîrzaîan da xuyakirin, ku ew li Newroz TV a bi Kurdî li welatên Asya û Ewrûpayê weşanê dike, bi dildarî dixebite.
‘Beriya niha hevalên min hatin darvekirin’
Mîrzaîan da zanîn, ku wî nasnameya xwe û belgeyên xwe yên li ser karên xwe yên siyasî yên li Îranê ji Dadgeha Koçberan re şandiye, lê belê tevî vê yekê jî serlêdana wî hatiye redkirin. Mîrzaîan diyar kir, ew vê biryara dadgehê fêhm nake û wiha peyivî: “Min nîşan da ku di nava kîjan şert û mercan de jiyame. Lê tevî vê yekê jî dixwazin min bişînin welatekî cezayê kuştinê lê heye. Ez nikarim vegerim. Beriya niha bi çend hefteyan 20 ji hevalên min hatin darvekirin. Bi rêya înternet û telefonê gef li min hatin xwarin, ku eger vegerim Îranê wê êşkence li min bên kirin.”
STOCKHOLM