MÛRAT KÛSEYRÎ ANF/STOCKHOLM
Kovara Kvartal a li Swêdê tê weşandin ragihand ku wesayitên zirxî yên ji polayên Swêdê tên çêkirin li Rojava di êrişên dijî Kurdan de hatine bikaranîn.
Hema piştî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde êriş şermezar kiribû û ji bo pêkanîna ambargoya çekan a li dijî Tirkiyeyê mijar biribû rojeva Yekîtiya Ewrûpayê.
Linde îdîa kiribû ku Swêdê di salên dawî de çek û malzemeyên çekan nefirotine Tirkiyeyê, tenê malzemeyên alîkariya lezgîn û betaniyeyên şewatê firotine.
Lê belê kovara Kvartalê di encama lêkolîneke berfireh de eşkere kir ku LKAB ku saziyeke dewletê ye, cewherê hesin û şirketa SSAB ku dewlet şirîkê wê ye, berhemên ji pola firotine Tirkiyeyê.
SSAB polayê Swêdê ku navê Armox lê tê kirin û weke polayê herî bi kalîte yê dinyayê tê pênasekirin firotiye Tirkiyeyê.
Li gorî belgeyên SSAB’ê ku kovara Kvartalê xwe gihandiye wan, polayê Armox, li Tirkiyeyê dane şirketa Otokar Cobra ye û ew şirket wesayita zirxî ya bi tîpa Cobra çêdike.
Kovarê bi dîmenan jî nîşan da ku wesayitên zirxî yên Cobra li Sûriyeyê li dijî hêzên Kurdan hatine bikaranîn.