Derket holê ku Swêdê, bêyî agahdarkirina malbat û parêzeran, ciwanê Kurd Resûl Ozdemir revandiye û bi balefireke taybet ew teslîmî dewleta Tirk a dagirker kiriye. BARIŞ BALSEÇER Swêdê penaberê siyasî yê Kurd ê cizîrî, Resûl Ozdemir da dest dewleta dagirker a Tirk. Li Ozdemir 15 sal cezayê hepsê hetiye birrîn li Tirkiyeyê, tevî vê jî bi hevkariya MÎT’ê Resûl Ozdemir bi balefireke taybet revandin Tirkiyeyê. Di pêvajoya xwerêveberiyan de Resûl Ozdemir ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker birîndar bû. Beriya bi du salan ew çû Swêda ku malbata wî lê bû da ku derman bibe. Tevî ku 15 sal cezayê hepsê lê hatiye birrîn, û delîlên wî hemû li ser pêvajoyê hebûn, dewleta Swêdê miracaeta wî ya penaberiyê red kir û ji bo ku dersînor bike beriya bi 6 mehan ew girt. Medyaya Swêdê jî behsa bûyerê kir. Tevî bangên raya giştî ya demoratîk û hewldanên parêzeran jî Swêdê, Resûl Ozdemir beriya bi çend rojekî bi awayekî korsanwarî da dest dewleta Tirk. Tevî krîza koronayê ya ku sînorên navneteweyî girtine, bi hevkariya bi îstîxbarata Tirk re bêyî ku malbat û parêzeran agahdar bikin, Resûl Ozdemir revandin û dan dest dewleta Tirk. Hiqûq binpêkirin Bavê Resûlî, Haci Ozdemir ji me re got, ew ji dayika wî ya li Cizîrê bi revandina kurê xwe hisiyaye. Wî got, bê delîlên berbiçav, dewleta Tirk 15 sal cezayê hepsê li kurê wî biriye û Swêdê jî ji bo berjewendiyên xwe mafê mirovan binpê kiriye, û kurê wî careke din mexdûr kiriye. Wî got, ew 20’ê Nîsanê bi kurê xwe re bi telefonê peyiviye û kurê wî jê re gotiye, “Ew xistine hucreyeke li qata diduyê ya Navenda Polîsan. Tevahiya şevê rohnî pêxistî hiştine û bi dengê bilind axivîne, bi vê yekê êşkenceya psîkolojîk lê kirine. Wî fêm kiriye ku êdî Swêd wê wî teslîm bike. Me jî bi rêya parêzeran ji saziyên fermî pirsî. Wan got, tiştekî wisa nîne.” Bav Haci Ozdemir ji raya giştî xwest nerazîbûnê nîşan bide. Qanûnên xwe binpêkirin Parêzerê Resûl Ozdemir, Abdullah Devecî jî got, herî dawî wî muwekîle xwe 17’ê Nîsanê dîtiye, û teslîmkirina muwekîlê wî weke revandinê çêbûye, û ti kes nehatiye agahdarkirin. Devecî bi bîr xist, li Swêdê miracaeta kesekî ya îqametê bê redkirin jî, heger li welatê jê tê êşkence hebe, li gorî qanûnên Swêdê nikare bê teslîmkirin, lê Swêdê qanûnên xwe û yên navneteweyî binpê kirine. Ne diyar e meqamên kê ne! Abdullah Devecî bi bîr xist ku Daîreya Koçberan a Swêdê, Dadgeha Koçberiyê û Daîreya Bilind a Koçberan bi îdîaya PKK’yî ye û di şer de cih girtiye, miracaeta penaberiyê ya muwekilê wî Resûl Ozdemir hatiye redkirin. Wî rewş ji bo Swêdê weke cihê şermê bi nav kir û got, wan beriya bi 2 mehan miracaetî DMME’yê kiribû, ew ê careke din berê xwe bidin Desteya Êşkencê ya Neteweyên Yekbûyî û ew ê ji ber helwêsta îstîxbarata Swêdê, Dadgehên Koçberiyê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Wî got, ew ê meseleyê bibin parlamena Swêdê jî. Parêzer Dewecî got, “Swêdê bi vê biryarê mohra xwe danî bin şermeke ji bo dîroka demokrasiyê û mafê mirovan.” Swêd bi îstîxbarata Tirk dişêwire Deveci got, van demên dawiyê li ewrûpayê rêxistinên Ewrûpayê bi hev re kar dikin, nexasim jî Kurdan û derdorên demokratîk û çepgir, aliyên muxalif vedixwînin avahiyên xwe û piştre jî miracaetên gelekan ji wan ên ji bo îqametê tê redkirin. Wî got, “Van rojên dawiyê ev rewş zêdetir bû. Bi îstîxbarata Tirk dişêwirin û mafê îqametê nadin xebatkar û sempatîzanên HDP’ê.” Bi balefira taybet revandin Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê Ridvan Altun jî li ser mijarê got, di serdema krîza koronayê de rêxistinên îstîxbaratê rabin balefirên taybet kirê bikin û mirovan birevînin, ev mafyawarî ye. Wî got, ev 6 meh e ji bo ku Resûl Ozdemir teslîmî dewleta Tirk neyê kirin, hewl dida raya giştî pêk bînin; ji niha û pê ve jî ew ê dozê bişopînin û nerazîbûna xwe nîşan bidin.