Ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan û piştgiriya bi berxwedana grevên birçîbûnê re li 3 bajarên Swîsreyê çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarê Biel ê Swîsreyê, bi banga 'Platforma Piştevaniya bi Grevên Birçîbûnê re' li ber stasyona trenê ya navendî mîtîngek hate lidarxistin.
Di mîtîngê de pankarta li ser nivîsandî, "Aktîvîstên Kurd li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ne" hate vekirin û wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê hatin hildan. Qisekeran bang li CPT û saziyên navneteweyî kir da ku bi berprsiyariya xwe tevbigerin. Di dawiya çalakiyê de belavoka bi zimanê Elmanî hate xwendin.
Çalakiyan li her cihî bikin
Bi banga 'Platforma Piştevaniya bi Grevên Birçîbûnê re' li bajarê Solothurnê mîtîngek çêbû. Di mîtîngê de hate gotin, "Her welatparêzên Kurd divê xwedî li vê berxwedanê derkevin û ji bo balê bikişînin ser tecrîdê û grevên birçîbûnê li her cihî çalakiyan bikin."
Li bajarê Sionê jî di çarçoveya amadekariya Greva Jinan a Swîsreyê ya 17'ê Nîsanê, rêxistinên jinan çalakiyek li dar xist. Jinan bal bire ser berxwedana grevên birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, siyasetvan û aktîvîstên jin.
Di çalakiyê de têkoşîna jinên Kurd a li Sûriyeyê hate silavkirin û hate gotin, "Vê têkoşînê li dinyayê deng veda. Her kes qala wêrekiya jinên Kurd dike. Ev yek ji bo serbilindî ye."
ANF / BERN