SZK ya Rojavayê Kurdistanê destnîşan kir ku gelê kurd ê Rojava ji bo çareserkirina pirsgirêkan her tim riyên aştiyane bikar tîne, lê rejîma Suriyê siyaseta xwe ya nîjadperestiyê didomîne, hîn jî nahêle ku zimanê kurdî li dibistanan bê dayîn û yên ku dersan dide tehdît dike. SZK’ê bibîrxist ku rejîm hewl dide li Şamê li gorî xwe zimanekê bi afirîne.

Civak pir rengî ne

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Wek tê zanîn Sûrye ji hêla gel, netewe, ol û baweriyan ve weletekî pireng e. Pirengî, ji bo welatekî ne qelsî, brovajî vê yekê di hêla siyasî, aborî, civakî, çandî û di her hêl û alî de gencîne û dewlemendiyeke pir giranbiha ye. Berovajî vê yekê dewletên wek dewleta Sûryê ku timî bi tirsa hillweşandin û parçekirina dewletê nêzî pirengiya di welatê xwe de bûne; her tim bûne sedema gelek karasat, êş û janên pir mezin. Ji bo vê yekê jî timî serî li rêyên bêexlaq, kirêt, û dijmirovahî yên weke kuştin, girtin, êşkencekirin, sexurandin, talankirin, vêrankirin, bêkar û birçî hiştin, ji cih û warê xwe dûrxistin û penaberkirinê daye û dide."

Astengkirina perwerda Kurdî

SZK bibîrdixe ku digel hemû zilm û zordariya rejîmê jî gelê Kurd timî bi pivanên mirovî û exlaqî tevgeriya, ji bo çareserkirina pirsgirêkê tu carê serî li riyên tundî û cudaxwaziyê neda û timî serî li riyên demokrtîk û aştiyane da. Ji ber vê heta îro jî vê helwest û pozisyona xwe diparêze. Daxuyanî wiha dewam dike: Şoreşa îro li rojavayê Kurdistanê pêk tê bi daxwaza di Sûryeke demokratîk de xweseriya demokratîk a gelê Kurd û Kurdistê ye. Digel vê yekê jî rejîma Sûryê ya nîjadperest hê jî dest ji siyaseta xwe ya gemar û qirêj bernedaye. Di siyaseta Kurd, Kurdistan û zimanê kurdî de teqlîta Erdoxan dike. Li aliyekî hê jî qebûl nake ku li distanan zimanê Kurdî bi awayekî fermî bê dayîn û ji bo ev yek pêk neyê jî li hemû mamoste û rêveberên dibistanên herêmê gefan dixwe û yên ku bi karê zimanê Kurdî radibin ji kar davêje. Li aliyê din ve bi awayekî sextekarane, ji bo ku gel bixapîne dixwaze alfabeya erebî li ser gelê Kurd ferz bike. Lê divê rejîma Sûryê ya nîjadperest ji bîra neke ku cih û navenda zimanê kurdî ne Şam e, Kurdistane. Biryara alfabaya zimanê kurdî jî ne ya rejima Şamê, ya gelê Kurd û saziyên wî yên pêwendîdar e." 

ANHA/QAMIŞLO