SZK`ê li taxên Kurdan ên bajarê Helebê li dibistanên fermî yên taxê perwerdeya zimanê Kurdî birêve dibe. SZK`ê di vê çarçoveyê de piştî perwerdeya du mehan merasîmek lidar xist û bawernameyên asta duyemîn li şagirtan belav kirin. Di merasîma ku li navenda SZK`ê ya taxa Şêxmeqsûdê hate lidarxistin de bi dehan xwendekar û xizmên wan beşdar bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê endamê SZK`ê Welat Mamo axivî û da zanîn ku tevî rewşên aloz ên taxên Kurdan jî lê SZK`ê perwerdeya zimanê Kurdî dewam dike. Şagirtan jî dane zanîn ku ewê perwerdeya asta sêyemîn dewam bikin her wiha ewê dersan bidin şagirtên astên yekemîn û duyemîn. Merasîm bi mûzîka tembûra şagirtê bi navê Tîmaf Xelîl bi dawî bû.
HELEB